Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyê diçin Enqerê

  • 10:14 12 Çile 2026
  • Rojane
ŞİRNEX - Dayikên Aştiyê ku ji bo protestokirina êrîşên li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê yên ku piraniya şêniyên wan Kurd in û taxa Benî Zad a Suryaniyan, wê ber bi Enqerê ve bimeşin, diyar kirin ku ew ji bo aştiyê diçin Enqerê.
 
Êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê yên ku piraniya nifûsê wa Kurd in û taxa Benî Zad a ku Suryanî lê dijîn, nêzîkî hefteyekê ye berdewam dikin. Ji roja yekem a êrîşan ve, xelkê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxuyaniyên çapemeniyê û meşan bertekên xwe anîn ziman. Çalakiyên ku ji her beşên civakê kes tevli dibin, roj bi roj zêde dibin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî dê ji bo bilindkirina dengê xwe li dijî êrîşan ber bi Enqerê ve bimeşin.
 
Em bi Dayikên Aştiyê re li ser êrîşên li ser taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zad axivî.
 
'Em ê ji bo aştiyê biçin Enqerê'
 
Hatice Baytur, pêşî axivî û diyar kir ku wekî dayikek, divê her kesê xwedî wijdan li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemîne. Hatice Baytur got, "Ger îro êrîşî Rojava dikin, sibê dora me ye," û wiha domand, "Ez bang li dayikên leşker û polîsan dikim; çend roj berê, DAIŞê li Yalovayê zarokên wan kuştin. Çima ew hîn jî piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ'ê? Divê hemû dayik rabin ser piyan û piştgirî bidin daxwaza me ya aştiyê. Rojava ne bi tenê ye. Ger mirin pêwîst be, em ê bimirin, lê em hîn jî aştiyê dixwazin. Em ê heta kengî bêjin 'aştî'? Em niha ji bo her tiştî amade ne. Yên ku îro li dijî êrîşên li Rojava bêdeng dimînin, ne exlaq û ne jî wijdanê wan heye. Bila her kes destên xwe bidin hev û dengê xwe ji bo gelê Rojava bilind bikin. Kurd li her çar parçeyan yek in. Li ku derê Kurdek êş dikişîne, em ê li pişt wan bisekinin. Bila êdî mirov nemirin. Çima Hakan Fidan, wekî Kurdek, diçe û piştgiriyê dide DAIŞ'ê?"
 
'Divê her kes çi ji destê wan tê ji bo Rojava bikin'
 
Herwiha Hatice Durmuş diyar kir ku ew êdî kutinê naxwazin û ew her tim aştî û edaletê dixwazin. Hatice Durmuş anî ziman ku tevî daxwazên wan ên ji bo aştiyê, ew her tim bi kuştin û zilmê re rû bi rû mane û got, "Dilê me şikestiye; bila dilê tu dayikên din neşikê. Em aştiyê dixwazin. Divê her kes çi ji destê wî tê derbarê êrîşên li ser Rojava de bike. Divê her kes vî barî hilgire ser xwe. Li Rojava neheqî diqewime. Em hem ji bo aştiyê û hem jî ji bo şer amade ne."
 
'Divê her kes ji bo Rojava destên xwe bidin hev'
 
Di dawiyê de, Şerîfe Uygur ku me mîkrofon dirêjî wê kir, bi tiliya xwe polîsên ku li Yalovayê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine kuştin nîşan da û got, "Tirkiye hîn jî piştgiriyê dide DAIŞ'ê. Ew jin û zarokan dikujin. Bila niha aştî pêk bê û bila êdî tu dayik negirî. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Divê her kes ji bo Rojava destên xwe bidin hev. Her sal êrîşî xelkê li wir dikin. Çarparçeyên Kurdistanê yekin."