Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Elmanyayê hat şermezarkirin
- 00:00 13 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Elmanyayê hat şermezarkirin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, gelê Kurd ji bo protestokirina êrîş û komkujiyên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê meşeke girseyî li dar xist. Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrîvan hat lidarxistin, bi sedan kes beşdar bûn.
Beriya meşê daxuyaniyek hat dayîn û li ser navê Federasyona Bakur Hakîme Yusuf, li ser navê Meclîsê Altun Kandemîr û nûnerên DEFEND Kurdistanê axivîn. Axivêran destnîşan kirin ku tiştên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê diqewimin, polîtîkayeke plankirî ya tunekirin û komkujiyê ye ku gelê Kurd dike hedef. Hat diyarkirin ku taxên ku bi salan e di bin ambargo û dorpêçê de ne, îro tê xwestin ku werin teslîmgirtin. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî jî hat şermezarkirin.
Piştî daxuyaniyan li navenda bajêr meşeke dirêj hat kirin. Jin û ciwanên ku bi dirûşmên “Bijî berxwedana Şêx Maqsûd û Eşrefiye”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî YPG û YPJ” di refên pêş de cih girtin. Di meşê de pankartên ku êrîşên li ser Şêxmeqsûdê teşhir dikirin hatin hilgirtin û bal hat kişandin ku êrîşên li ser sivîlan sûcê şer e. Girseya gel tekez kir ku berxwedana Şêxmeqsûdê berxwedana tevahiya gelê Kurd e.
Aachen
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê jî, êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku di bin kontrola dewleta Tirk de ne, li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hatin protestokirin. Di mîtînga li Meydana Elisenbrunnen de ku bi sedan kes beşdar bûn, li ser navê xwendekarên Kurd Baran û Azra axivîn. Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdurrehman Dêrik, siyasetmedar Tugba Hezer û nûnerên MLKP û Die Linke jî peyam dan.
Di çalakiyê de komkujiyên çeteyan hatin teşhîrkirin û dirûşmên “Rojava ne tenê ye”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.
Darmstadt
Li Meydana Luisenplatz a Darmstadtê jî ji aliyê FCDK-Kawa ve çalakiyek hat organîzekirin û êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn, bi meşeke berfireh li navenda bajêr berdewam kir.
Ji bajarên derdorê yên wekî Bensheim, Aschaffenburg û Dieburgê jî beşdariyeke zêde çêbû. Di dema meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Rojhilat”, “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê”, “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.
Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê û xwendina peyamên piştgiriyê yên Meclîsa Piştevaniya Elman-Kurd bi dawî bû.







