'Ev kezî dê we bixeniqîne'
- 09:07 22 Çile 2026
- Rojane
ŞENGAL - Jinên ciwanên êzidî li ser platformên medyaya dîjîtal dest bi hemleyek bi navê ‘Ev kezî dê we bixeniqîne’ kirin.
Jinên Ciwan ên Êzidî li ser platformên Dijîtal a Medyayê hemleyek bi navê ‘Ev kezî dê we bixeniqîne’ dest pê kirin. Beriya rojekê dîmenê çeteyekê hov derketibû ku çawa keziya şervaneke jin jê kiribû û wek diyarî ji hevalên xwe re dibir. Jinên Êzidî jî ji destên DAÎŞa hov gelek êş kişandibûn. Jinên Êzidî jî ji bo vê hemlê pêşengtî kirin.
Di heman demê ji ber ku di baweriya Êzidîtiyê de por girîng û xwedî rih û manewiyatê ye, pîroz tê dîtin û zindî ye. Jinên ciwanên Şengalê jî ew kêliya ku porê şervana jin a şehîd dîtin xwe di rewşa wê de hîs kirin ji ber vê yekê jî ev hemle dan destpêkirin. Di heman demê de jî dirûşmeya wan bi vî rengî ye; "Hûn keziyekê jê bikin, em ê bi hezaran keziyan bihûnin."







