Kongra Star: Îro roj roja yekbûnê ye

  • 11:48 22 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star, bi bîr xist ku çeteyên îro êrîşî rojavayê Kurdistanê dikin, di sala 2014’an de di bin navê DAIŞ’ê de êrîşek hovane li ser Kobanê pêk anîbûn û banga “Em vê carê Rojava ji mêjiyê van çeteyan re bikin goristan” li tevahiya jinan kir.
 
Koordînasyona Kongra Star, têkildarî êrîşên hovane yên li hember Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Kongra Star destnîşan kir ku wek hemû rayagiştî dizane û ji nêz ve dişopîne, êrîşeke qirkirinê li ser Rojavayê Kurdistanê di dewrê de ye. Kongra Star di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev êrîş bi erêkirina hemû dewletên navnetewî û herêmî, her wiha bi planên serçete Erdogan pêk tê. Çeteyên ku îro bi navê El-emşad, El-hamzat, Sultan Murat, Nureddîn Zengî ku rasterast girêdayî dewleta Tirkiyê ne, tê zanîn ku di sala 2014’an de di bin navê DAIŞ’ê de êrîşeke hovane li ser Kobanê pêk anîbûn. Di encama berxwedaneke bêhempa de, bajarê Kobanê ji van çeteyan hatibû rizgarkirin.”
 
Amadekariya êrişeke mezin
 
Kongra Star destnîşan kir ku di sala 2026’an de dîsa girêdayî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, êrîş li ser bajarê Kobanê û dîsa ji aliyê heman çeteyên Tirkiyê ve tên kirin. Kongra Star bi bîr xist ku Kobanê di 26’ê Çileya 2014’an de ji çeteyên Tirkiyê hatibû rizgarkirin û wiha domand: “Îro bi êrîşên li ser Kobanê, dixwazin dîsa di salvegera rizgarkirina Kobanê de êrîşeke mezin bikin. Ku îro hem elektrîk, hem av hem jî xeta internetê li ser Kobanê hatiye qutkirin, ev nîşaneyên xwe amadekirina ji bo êrîşeke mezin e û ji bo ku agahî neghîjin rayagiştî, ji niha de amadekarî tê kirin.”
 
'Girêdayî agirbestê namînin'
 
Kongra Star da zanîn ku pêwîst e berxwedana ku bi yek rihî derketî holê, dîsa bi heman awayî berdewam bike û wiha got: “Ji ber ku çeteyên dewleta tirk girêdayî agirbestê namînin, êrîşên xwe li ser Sirrin, Cade, Qube û Hemdaşê didomînin. Dorpêça li ser Kobanê, nîşaneyên bingeha êrîşeke mezin e. Dîsa li ser bajarê Hesekê jî êrîşeke qirkirinê di meriyetê de ye ku çeteyên girêdayî Erdogan û Colanî di nava Hesekê de dixwazin gelê me qir bikin. Li herêma Xuweran ku du girtigehên ku nêzî 6 hezar DAIŞ’î li wir in, çeteyên HTŞ’ê dixwazin derî li wan vekin û wan serbest berdin. Ji xwe her roj van gefan di ser ragihandinê de jî dikin û li ser qadê jî em dibînin ku hemû amadekariyên xwe yên leşkerî, li gorî wî kirine.”
 
'Êrîşî gundê Xrîstiyanan kiribûn'
 
Kongra Star destnîşan kir ku ger ku DAIŞ’iyên di van girtîgehan de serbest bên berdan, ewê felatekeke mezin ji bo gelê Hesekê û gelên din pêk were. Di berdewama daxuyaniya Kongra Star de ev hişyarî hat kirin: “Ji ber ku hemû DAIŞ’iyên di van girtîgehan de ne, yên bi rutbe û sondxwarî nin. Li Hesekê jî gelên ku hene, bi piranî ew gel in ku ji destpêkê heta niha ji ber êrîşên DAIŞ û hevalbendê wan Tirkiyê, reviyane vê derê. Ango ev gel, ji koçberên Efrînê, Şehbayê, Minbiçê, Helebê ne. Her wiha hejmareke mezin gelê me yê Êzidî û Xristiyan jî li bajarê Hesekê ye. Ev herdu gelên me jî di destpêka ku DAIŞ’ê êrîşî vê derê kirî de, gelek ji wan hatibûn qetilkirin. Wê demê jî êrîşî gundê Xrîstiyanan kiribûn û ji aliyê YPG û YPJ ve rê li pêşiya felaketeke mezin a li ser gelê Xrîstiyan, hatibû girtin.”
 
'Ev agir dê herkesî bişewitîne'
 
Kongra Star ragihand ku îro ev gel bi qirkirinek mezin re rûbirû ne û bi van gotina bal kişand ser rewşa van gelan: “Dîsa gelê xwecihî yê Hesekê bi xwe jî di bin xeteriyên mezinde ne. Ev gelên me yên li Hesekê û yên seranserî Rojava, di bin rîskên qirkirina fîzîkî, çandî de ne. Eger ev DAİŞ’î ji van girtîgehan bên berdan, ewê encamên ku derkevin, kes nikarê ji bin derkeve. Destpêkê jî ji vê rewşê hêzên navnetewî berpirsyar in. Di van saetên ku qaşo agirbest heye de jî ev êrîş bê navber berdewam dike. Li hember viya jî em banga lezgîn li tevahî mirovahî, sazî û rêxistinên cîhanê û Kurdistanê dikin. Eger em îro deng dernexin, ev agir dê herkesî bişewitîne.”
 
'Rewşa wan bi xwe di bin xeteriyek mezinde ye'
 
Kongra Star da zanîn ku di zîndana Eqdan a Reqayê de nêzî 2000 DAİŞ’iyên ku ji Sûriyeyê, Iraqê, Çeçenîstanê, Ozbekistan û welatên din hene û ev agahî dan: “Komeke endamên QSD’ê ku ji vê zîndanê berpirsyar in, heta van kêliyan jî parastinê dikin. Em dizanin ku ji bo ku HTŞ û dewleta faşîst a tirk van girtiyan jî berde, li ser van hevalên me êrîşên hewayî û bejahî bê navber didomînin. Her wiha ceyran, av, erzakên van hevalan nemane û di bin dorpêçê de li ber wan girtiyan mane. Rewşa wan bi xwe di bin xeteriyek mezinde ye. Hêzên koalîsyonê bi zanebûn naçin wê derê. Qaşo hêzên koalîsyonê jî ji parastina van DAIŞ’iyan berpirsyar bûn. Bi zanebûn naçin û piştgirî nadin şervanên QSD’ê.”
 
'Çavkaniyên jiyanê tên dizîn'
 
Kongra Star rewşa li qampa Holê û sedema wê jî bi bîr xist û wiha got: “Li qampa Holê jî koalîsyonê erka xwe ya bi hevbeş ku bi hêzên ewlekariya qampê re hevbeş ava kirin, bicîh neanî. Ev bû sedem ku çeteyên HTŞ’ê derbasî nava qampê bibin û girtiyên malbatên DAİŞ’ê serbest bên berdan. Ev li ber çavê hemû cîhanê çêbû û bêdengiya wan, nîşana erêkirina wan e. Heta niha êrîşên ku li ser gelê me pêk hatine, di encamê de sivil tên hedef girtin, qadên jiyanê tên talankirin, meriv tên koçberkirin, jin û zarok tên qetilkirin, çavkaniyên jiyanê tên dizîn.”
 
'Êrîş li ser rûmeta tevahî jinan e'
 
Kongra Star diyar kir ku çeteyên barbar ku bi zîhniyeta dewleta tirk tevdigerin, li ser jinên ku dîl ketine destê wan, muameleyên namerdane dikin. Kongra Star, mînaka keziyên jineke Kurd ku çeteyan jêkirine, di destê wan de ye û wisa jî dîmen nîşan didin, wek nîşaneya van binpêkirinên hovane binav kir û bi van gotinan bal kişand ser nêzîkatiya li hember jinan: “Dîsa di rewşên ku hatî jiyîn de êrîşên teybet li ser jinan tên kirin. Jinên ku dîlgirtî ketine destê çeteyan û muameleya ku li ser wan tê kirin, careke din nîşanî me dide ku pêwîst e em bi hemû hêza xwe, di nava berxwedaniyê de bin, da ku em tola van jinên berxwedêr bigirin. Dîrokê şahidiya berxwedana YPJ’ê di dema xwe de li hember çeteyên ku mirovatî ber bi tunebûnê ve dibirin kir. Îro jî ev çete bi piştgiriya hêzên navnetewî, bi hemû hêza teknîkî, hejmareke mezin çete, bi her cûre cebilxaneyan, êrîşî nirxên ku hatine bidestxistin dikin. Bi van dîmenên ku hatine parvekirin, esas tirsonektî û bêhêzbûna xwe parve kirine. Lê bila herkes bizane ku wê rihê tolhildanê tu carî ji cem jinan xelas nebe. Bi van kiryaran em dizanin ku êrîş li ser rûmeta tevahî jinan e.”
 
'Tevlî nava seferberiya rojavayê Kurdistanê bibin'
 
Kongra Star got ku “Bi vê helwestê em ji hemû jinên ku bi van dîmenan dilê wan dêşê, hêstên wan ên tolhildanê bilind dibe re, dibêjin werin em hêza xwe bikin yek da ku em vê carê rojavayê Kurdistanê ji mêjiyê van çeteyan re bikin goristan” û dawiyê bi van gotinan bang kir: “Îro roj roja yêkbûnê, yekparetiya dil û mêjî ye. Ji bo her jineke an jî her zarokeke li ser rêya koçberiyê di bin vê serma û seqamê de bi jiyaneke dijwar re rûbirû hatiye hiştin, ji bo guhertina demografyayê, ji bo qirkirina fîzîkî û çandî, em tolê rakin, em hêza xwe bikin yek. Em bang li tevahiya mirovahiyê dikin ku tevlî nava seferberiya rojavayê Kurdistanê bibin.”