Li Ewropayê çalakiyên ji bo Rojavayê Kurdistanê

  • 11:45 23 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek welatên Ewropayê kurd û dostên kurdan li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê rabûn ser piyan. 
 
Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê yên çeteyên HTŞ'ê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê dewam dikin. Kurd û dostên kurdan li Kurdistan û Ewropayê li dijî êrişan li ser piyan e. 
 
Li Barcelonayê çalakiya ji bo piştgiriya Rojava: Aktîvîst ketin avahiya La Pedrera
 
22’yê Çileyê di saet 16.30’an de çalakî hate lidarxistin. Bi dehan aktîvîstên enternasyonalîst êrîşên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê şermezar kirin. Çalakvanan diyar kirin ku ew hevkarî û bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî van êrîşan protesto dikin.
 
Aktîvîstan diyar kir ku komên çeteyên HTŞ’ê êrîşî gelek herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.
 
Çalakvanan bang li civaka sivîl kir ku şoreşa jinê û xweseriya gelê Kurd biparêze û ji bo rawestandina êrîşan bikeve nava liv û tevgerê.
 
Li Munîh, Parîs û Washingtonê çalakiyên ji bo Rojava
 
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, banliyoyeke herêma Parîs a Fransayê û bajarê Washington ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî hatin lidarxistin.
 
22’yê Çileyê roja pêncşemê li bajarê Munîh di saet 16.00’an de li qada Zanîngeha Geschwesterscholl ji bo piştevaniya bi Rojava re mîtîngek hate lidarxistin.
 
Ji her çar parçeyan Kurdistanî û dostên wan ên Elman tevlî çalakiyê bûn û nerazîbûn nîşanî êrîşan dan.
 
Di mîtîngê de hate xwestin ku êrîşên li ser gelê Kurd bên rawestandin û destkeftiyên li Rojava bên parastin.
 
Di tevahiya çalakiyê de peyamên piştevaniya bi gelê Rojava re hatin dayîn û bang hate kirin ku ti kes li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne.
 
Çalakvanan diyar kir ku ew ê têkoşîna li dijî êrîşên li ser Rojava mezin bikin û piştevaniyê bidomînin.
 
Her wiha ji bo meşa mezin a ku wê 24’ê Çileyê roja Şemiyê were lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.
 
Paris
 
Li herêma Saint-Genevieve ya paytexta Fransa Parîsê ji bo piştevaniya bi Rojava re meşek hate lidarxistin û gelek kes beşdarî meşê bûn.
 
Meş li ber Lokantaya Mani bi mîtîngê bi dawî bû. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Rojava ji bo mirovahiyê hêviyeke hevpar e û hate diyarkirin ku divê statuya azad û xweser a Rojava were naskirin.
 
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên Kurdî hatin berzkirin. Di meşê de dirûşmeyên “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” derketin pêş.
 
Washington
 
Li bajarê Washington ê DYE’yê Kurd û dostên wan ji bo Rojava seferber bûn û bang li senato û hikûmetê kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava rawestin.
 
Li Helsinkiyê Kurd qadan neterikandin
 
Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, di meşa ku piştgiriya berxwedana Rojava hat kirin de bang hate kirin ku êrîşên li ser Rojava bêne rawestandin û alîkariya mirovahî ya lezgîn ji sivîlan re bê peydakirin.
 
Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, ji bo piştgiriya berxwedana Rojava çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin. Çalakiya li dijî çeteyên DAÎŞ-HTŞ li Sûriyeyê, bi meşê li navenda bajar dest pê kir.
 
Ji parçeyên cuda yên Kurdistanê gelek kes beşdarbûn û di dema meşê de dirûşmeyên li dijî dagirkeriyê hatin berzkirin. Girse piştre ber bi Balyozxaneya DYA’yê ve meşiya. Li ber balyozxaneyê di daxuyaniyan de, DYA û hin dewletên Ewropayê bi hevkariya bi çeteyên cîhadî re hatin tawanbar kirin û rexne kirin.
 
Di daxuyaniyan de her wiha bang hate kirin ku êrîşên li ser gelê Kurd bêne rawestandin û alîkariya mirovahî ya lezgîn ji sivîlan re bê peydakirin. Di çarçoveya çalakiyê de hin jinên ciwan performanseke kurt pêşkêş kirin û dîlan hate gerandin.
 
Tevî şert û mercên sar ên hewayê jî, hat dîtîn ku beşdarbûna çalakiyê bilind bû.
 
Li London, Hull û zanîngehê çalakiyên 'Rojava biparêze' 
 
Di serî de li paytexta Îngiltere London û gelek bajaran Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmeya "Rojava biparêze" çalakî li dar xistin û bi gotina "Bijî berxwedana Rojava" Rojava silav kirin.
 
London
 
Li paytexta Îngiltere Londonê çalakiyên Kurdistaniyan ên li dijî êrîşên li ser Rojava berdewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Londonê li herêma Enfield kom bûn. Bi hezaran kesên ku ji karker û xwendekaran bigire heya oldar, rêxistinên çepgir ên şoreşger û enternasyonalîst beşdarî çalakiya 'Rojava biparêze' bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurd dest pê kir.
 
Girseyê gelek caran bi zimanên Îngilîzî û Kurdî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Kurdistan", "Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Hands off Kurds” û “Save Rojava” berz kirin. Di çalakiyê de pankart û dovîzên ku êrîşên çeteyên aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin şermezar dikirin, hilgirtin. Balkêş bû ku jinên ku hatibûn çalakiyê ji bo protestokirina birîna porê şervanek jin ji aliyê çeteyên HTŞ'ê ve li Reqayê, porê xwe hûnandin
 
Di çalakiyê de  alên YPG û YPJ'ê û alên Kurdistanê hatin hilgirtin. Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Songul Mereş û Nejla Arî û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Baran Sûrûç axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dostên gelê Kurd dê ji her demê bêtir li dijî êrîşên li ser Rojava li ber xwe bidin û têbikoşin û gotin, "Em ê welatê xwe, rûmeta xwe û Rojava biparêzin."
 
Piştî peyamên rêxistinên girseyî yên demokratîk hatin xwendin, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ber bi Angela Corner ve meşiyan. Di meşê de, bênavber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rojava", "Terorîst Erdogan" û "Terorîst Colanî" hatin berzkirin, ciwanan jî li ber sirûdên şoreşgerî çepik lêxistin. Xelkê derdorê derketin ser balkonên xwe piştgirî dan çalakiyê û wesayîtan jî ji bo piştgiriyê qorneyên xwe lêxistin.
 
Bi hezaran kesan li Angela Cornerê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsan hewl da ku êrîşî girseyê bike. Ji ber hewldana polîsan pevçûnek kurt çêbû. Bi hezaran kes bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Rojava" bertek nîşanî polîsan dan. Çalakî bi xwendina sirûdan bi dawî bû.
 
Xwendekarên Kurd li Londonê di çarçoveya çalakiyên "Parastina Rojava" de, li ber Koleja Kings kom bûn. Bi sedan xwendekarên Kurd beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurd dest pê kir. Xwendekaran timî dirûşmeyên "Bijî Rojava", "Bijî berxwedana Rojava" û “Terorîst Colanî” berz kirin û alên YPG û YPJ û alên Kurdistanê hildigirtin. Di çalakiyê de sirûdên Rojava hatin gotin, belavok hatin belavkirin.
 
Axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin bal kişandin ser berxwedana fedaî ya şervanên Kurd li Rojava û gotin: "Rojava rûmet e. Rojava welatê azadî, demokrasî û jiyana wekhev a li dijî kapîtalîzma hov e. Rojava keleha berxwedanê ya li dijî barbarîzmê ye.” Piştî axaftinan, xwendekarên Kurd demek dirêj çalakiya xwe domandin.
 
Li Hull a Îngiltereyê, bi sedan Kurd û dostên wan li ber Îstasyona Trenê ya Paragonê kom bûn û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurd dest pê kir. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava azad bike", "Terorîst Colanî" û "Bijî Rojava" hatin berzkirin.
 
Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku Rojava di dilê hemû mirovahiyê de cihekî taybet digire û gotin, "Em ê Rojava li dijî çeteyên terorîst ên cîhadîst biparêzin.