'Ger şoreşa jinê têk biçe dê tarîtiya DAIŞ'ê serwer bibe'
- 11:24 24 Çile 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE-Ji Platforma EŞÎK'ê Gulîzar Îpek Bîlek diyar kir ku modela Rojava ku yekane alternatîfa pergala kapîtalîst e, ji bo hilweşandinê tê hedefgirtin û divê destûr neyê dayîn ku ev hilweşandin were kirin. Gulîzar Îpek Bîlek got, "Ger ew model were hilweşandin, tarîtiya DAIŞ'ê dê careke din li Rojhilata Navîn serwer bibe. Ger em behsa rizgariya jinan dikin, werin em vê modelê biparêzin."
Di demeke ku êrîşên li ser Rojava ji hêla HTŞ, DAIŞ'ê û çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin berdewam dikin, li gelek deverên cîhanê berxwedan û nerazîbûnên li dijî van êrîşan zêde dibin. Ev êrîş ne tenê erdnîgariyek an hêzek leşkerî hedef digirin; ew di serî de destkeftiyên berbiçav ên paradîgmaya neteweya demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî pêşxistin û li Rojava teşe girtiye hedef digirin. Sîstema ku li Rojava hatî avakirin wekî modelek civakî ya li ser bingeha wekheviya gelan, jiyana hevbeş, hevsengiya ekolojîk û rizgariya jinan, li dijî têgihîştinên dewleta neteweyî, serdestiya mêran, yekparêz û înkarker, tê biteşekirin.
J i Platforma EŞÎK'ê Gulîzar Îpek Bilek, derabrê geşedanên li Rojava û xeteriya DAÎŞ'ê de nirxandin kir.
'Êrîş armanc dikin ku modela jinan biguherînin'
Gulizar Îpek Bîlek diyar kir ku êrîşên ku HTŞ dike, êrîşekên îdeolojîk li dijî jinan û modela jinan û şoreşa jinê ye. Gulizar Îpek Bîlek got, "Em qala pergalekê dikin ku tê de meclîsên jinan, hevserokatî, temsîliyeta wekhev, xwerêxistinkirin heye û pergala ku serdestiya mêran lê heye bi tevahî hatiye hilweşandin ku demokrasî û serokatiya jinan lê serwer e. Pêşengên vê pergalê jin in. Bê guman, em nikarin operasyonên HTŞ'ê tenê wekî operasyonên leşkerî binirxînin. Ev bi tevahî êrîşên îdeolojîk in. Bi zelalî bêjim; ev tevgerek e ku armanc dike ku modela jinan biguherîne."
'Ger cîhan di tariyê de nemabe, ev ji ber şoreşa jinan e'
Gulîzar Îpek, bi bîr xist ku DAIŞ li Rojava bi bedelên mezin têk çû û diyar kir ku cîhan deyndarê Rojava ye. Gulîzar Îpek got, "Divê tevahiya cîhanê li dijî êrîşên çeteyên mîna DAIŞ û HTŞ'ê li ber xwe bide. Ji ber ku ger Ewropa û cîhan niha di tariyê de nebin, sedema herî mezin şoreşa jinan a li Rojava ye. Êrîşên li Rojava bi saya berxwedana jinan û civakê hatin astengkirin. Lê niha em dibînin ku DAIŞ bi êrîşên li ser Rojava ji nû ve derketiye holê. Êrîş li Kampa Holê jî hatin kirin û bi hezaran girtî hatin berdan. Niha dibêjin, 'me girtî serbest berdan.' Na, ne wisa ye! Ev hewldanek ji bo vejandina DAIŞ'ê ye û divê tevahiya cîhanê berpirsiyariya siyasî ya vê yekê hilgire ser xwe. Ji ber ku Rojava çeteyên DAIŞ'ê dîl girtin."
'Ger model hilweşe, tarîtiya DAIŞ'ê dê serdest be'
Gülizar İpek diyar kir ku şandina sûcdarên şer ên DAIŞ'ê bo Iraqê ne rast e ji ber ku piraniya wan berê hatine berdan û got, "Em nikarin vê yekê normal bibînin. Wan êrîşî Elewiyan kirin, êrîşî Durzuyan kirin û niha êrîşî Kurdan dikin. Ji ber ku li Rojava modelek jiyana hevbeş heye. Ger ew model hilweşe, tarîtiya DAIŞê dê dîsa li Rojhilata Navîn serdest be û ew tiştê ku ew dixwazin ev e: ku DAIŞ'ê dîsa çalak bikin ku ew şaneyên razayî ji nû ve werin vejandin. Pêdivî ye ku tevahiya cîhanê rabe ser piyan. Ji ber ku ev model modelek jinan e; modelek jiyana wekhev, demokratîk, hevbeş. Em behsa modelek dikin ku her kes bi wekhevî û azad bijî ku gel biryarên xwe dide û pêk tîne, ne navend. Ev model ji bo hilweşandinê tê hedefgirtin. Divê em nehêlin ku ev model were hilweşandin."
'Ger em behsa rizgariya jinan dikin, werin em vê modelê biparêzin'
Gulîzar Îpek, got ku "Rojhilata Navîn jixwe dojeh e. Tenê ronahî Rojava bû û Rojava hewl dida ku wê ronahîyê berfireh bike," û wiha berdewam kir," Em behsa çeteyekê dikin ku serê mirovan jê dike û ev niha ji hêla cîhanê ve wekî 'mekanîzmaya dîzaynkirina Sûriyeyê' têne binavkirin. Ev ne ew kom in ku dê Sûriyeyê kontrol bikin. Ji ber ku ew hîn bêtir mîna DAIŞê tevdigerin. Ji ber vê yekê, divê tevahiya civaka navneteweyî, nemaze hemî jin, dengê xwe bilind bikin. Ger em behsa serokatiya jinan, rizgariya jinan dikin, divê em vê modelê biparêzin. Ev model ji bo me pir girîng e."
'Ev bîrdozî jinan naxwaze'
Gülizar İpek Bîlek got "Em li Ewropayê dinêrin, em li vir dinêrin; bertekên mezin hene, lê divê ev bertek zêde bibin. Divê dengekî me yê hevpar hebe. Divê hemû rêxistinên jinan ên li vir bi hev re tevbigerin, daxuyaniyên hevbeş bidin û meşan li dar bixin. Divê ew bibêjin, 'Em van çeteyên barbar ên DAIŞê naxwazin.' Ev berdewamiya DAIŞ'ê ne. Ma em dikarin wan wekî cuda ji DAIŞ'ê bibînin? Na, em nikarin. Ev komên ku zarokan dikujin û êrîşî sivîlan dikin ji hêla hêzên mezin ve wekî hikûmetek normal têne dîtin, lê em jin nikarin wan wekî hikûmetek normal bibînin. Divê ku hemû rêxistinên jinan bi ruhek seferberiyê tevbigerin. Ger DAIŞ-HTŞ pêşve biçe, ew ê zirarê bidin gelên din jî. Ger Rojava îro bikeve, ew ê heman tiştan li deverên din bikin. Ji ber ku ew biratiya gelan naxwazin. Berevajî vê, ew modelek yekane dixwazin, û ew dixwazin ku her kes teslîmî wê modelê bibe. Û Rojava ye ku dê vê modelê hilweşîne. Ew modela Rojava û bîrdoziya jinan diparêze naxwazin. Ger ku Rojava têk biçe dê herder têk biçe."
"Eger îro dengê xwe dernexin, sibê dê pir dereng be."
Gulîzar Îpek wiha domand, "Eger em bi rastî li ser azadî û wekheviya jinan diaxivin, şoreşa Rojava li ber me ye. Ger şoreşa Rojava hilweşe, tiştek ji me re namîne ku em bi ciddî nîqaş bikin. Tenê alternatîfa pergala kapîtalîst şoreşa Rojava ye. Bi taybetî jinên li Ewropayê divê vê yekê bibînin; ji ber ku em li ser şoreşekê diaxivin ku her kesî hembêz kiriye, şoreşekê ku fîlm li ser wê hatine çêkirin. Ger em li ser şoreşekê diaxivin ku ewqas li çaraliyê cîhanê navdar bûye, ji bo ku ev şoreş hilweşe, divê Ewropa deng vede, divê her kes derkeve kolanan, divê her kes şer bike. Endamên parlamentoyê divê parlamentoyên xwe asteng bikin û bibêjin, 'Em vê yekê qebûl nakin.' Ger Rojava bikeve, piştrast bin ku mirovên li Rojava, li Ewropayê, dê nikaribin bi rehetî rûnin. Ji ber ku em hemî dizanin ku ew çalakiyên pir mezin pêk dianîn; ew êrîşî mizgeft, dêr û cihên ku mirov lê dicivin dikirin, û tenê tiştê ku pêşî li vê yekê digirt Rojava bû. Ger Rojava bikeve, ev ê li gelek deverên Ewropayê belav bibe."
'Eger îro dengê xwe dernexin, sibê dê pir dereng be'
Gulîzar Îpek wiha domand, "Eger em bi rastî li ser azadî û wekheviya jinan diaxivin, şoreşa Rojava li ber me ye. Ger şoreşa Rojava hilweşe, tiştek ji me re namîne ku em bi ciddî nîqaş bikin. Tenê alternatîfa pergala kapîtalîst şoreşa Rojava ye. Bi taybetî jinên li Ewropayê divê vê yekê bibînin; ji ber ku em li ser şoreşekê diaxivin ku her kesî hembêz kiriye, şoreşekê ku fîlm li ser wê hatine çêkirin. Ger em li ser şoreşekê diaxivin ku ewqas li çaraliyê cîhanê navdar bûye, ji bo ku ev şoreş hilnrerşr, divê Ewropa deng vede, divê her kes derkeve kolanan, divê her kes şer bike. 'Em vê yekê qebûl nakin.' Ger Rojava bikeve, piştrast bin ku mirovên li Ewropayê, dê nikaribin bi rehetî rûnên. Ji ber ku em hemî dizanin ku dê çete çalakiyên pir mezin ku pêk anîn careke din pêk bînin; ew êrîşî mizgeft, dêr û cihên ku mirov lê dicivin dikirin û tenê tiştê ku pêşî li vê yekê digirt Rojava bû. Ger Rojava bikeve, ew ê çete li gelek deverên Ewropayê belav bibin."







