Di 1'ê Sibatê de li Amedê meş bê lidarxistin
- 20:07 29 Çile 2026
- Rojane
AMED - Platforma Saziyên Demokratîk dê li Amedê meşeke girseyî di "1ê Sibatê, Roja Hevgirtinê ya bi Rojava re" de li dar bixe.
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê dê meşekê ji bo nîşandana hevgirtinê bi Rojava re ku di bin êrişên HTS, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin de ye, li dar bixe. Meş dê di "1ê Sibatê, Roja Hevgirtinê ya bi Rojava re" ya ku hatiye ragihandin de bi dirûşmeya "Rojava têkoşîn e, azadî ye" pêk were. Meş dê ji Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan heta AZC Plaza a li semta Ofîsê bidome.
Platforma Saziyên Demokratîk hemû welatiyan vedixwand meşê.







