Rûniştina doza Bêrîvan Kûtlû hat taloqkirin
- 12:23 29 Çile 2026
- Hiqûq
AMED - Rûniştina doza rojnameger Bêrîvan Kûtlû, hat taloqkirin.
Ji ber parvekirinên têkildarî erdheja Mereşê ya li ser medyaya dîjîtal a rojnameger Bêrîvan Kûtlû doz lê hatibû vekirin. Duyemîn rûniştina dozê îro li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin
Bêrîvan Kûtlû tevli rûniştinê nebû. Parêzer Resûl Temûr li rûniştinê amade bû
Dozger ji bo amadekirina mutalaayê daxwaza demê kir. Dadgehê daxwaz qebûl kir û doz taloqî 14'ê Nîsanê saet 10.00'an hat kirin.







