ROJIN’ê bangî medyaya navneteweyî kir
- 11:56 30 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJIN'ê dezgehên medyayê yên Ereb û Tirk ku bûne hevkarê sûcên qirkirinê yên li Sûriye û Rojava şermezar kir û bang li rêxistinên medyayê yên navneteweyî kir ku li gorî exlaqê rojnamevaniyê tevbigerin û rastiyê ragihînin.
Yekitiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN), der barê bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.
ROJIN’ê diyar kir ku wekî çapemeniya Azad a Kurd wan êrişên qirkirinê ku di 6’ê Çile de li Helebê dest pê kirin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn bi hewldana dehan rojnamevanên li qadê bi dîmen, wêne û belge rastiyê ragihandine û got ku ev belge sûcên şer aşkera dikin.
ROJIN ragihand ku Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên HTŞ’ê û HTŞ’ê li dijî sivîlên li Helebê înfazkirin, revandin û koçberkirina bi darê zorê pêk anîne û wiha got: “Du şervanên jin ên YPJ’ê hatin revandin û wekî "xenîmetên şer" hatin pêşkêş kirin. Sivîlên ku ji Reqayê hewl didan derbasî Kobanê bibin hatine qetilkirin.
Li gel êrîşan gelek deverên Rojava hatin dorpêçkirin av, ceyran, xwarin û xizmetên tenduristiyê, bi taybetî li Kobanê hatin qutkirin. Krîza mirovî kûrtir dibe, mirina zarokan rû dide, bi deh hezaran kes neçar man ku koç bikin û ji ber girtina sînoran alîkarî negihîşt herêmê.
Di dema ku ev krîza mirovî berdewam dikir de hin kanalên Ereb û medyaya navendî ya Tirk mirina sivîlan û wêrankirina mirovî wekî "serketin" pêşkêş kirin. Tundî bi rêya weşanên ku jinan biçûk dixistin û zimanê zayendperest û nefretê bikar dianîn, hatin rewa kirin. Di vê navberê de, medyaya Tirk bi propagandayê piştgirî da êrişên ji Helebê heta Kobanê ên li ser Kurdan û bû hevkarê sûcên ku hatine kirin.”
ROJIN’ê diyar kir ku bi vê nêzîkatiya weşanê, medya li şûna aştî û berjewendiya gel pêk bîne, bûye alîgirê şer. Hat gotin ku dezgehên medyayê yên ku naveroka leşkerî, neteweperest, olî û zayendperest diweşînin hatin eşkerekirin û banga boykotê hat kirin.
ROJIN’ê destnîşan kir ku hin dezgehên medyaya navneteweyî qirkirin, înfaz, krîza mirovî û koçberiya bi darê zorê ya li Rojava paşguh kirine û hat gotin: “Bûyer wekî ‘nakokiyek di navbera du hêzan de’ hatin pêşkêş kirin. Dorpêçkirin, mirina zarokan, êşkencekirina jinan û revandin wekî nûçeyek nehatin hesibandin. Tenê rewşa girtiyên DAIŞ’ê hate destgirtin.
Em bang li çapemeniya navneteweyî dikin ku li gorî exlaqên çapemeniyê û nirxên rojnamevaniyê tevbigerin, cesaretê nîşan bidin ku rastiyê bi raya giştî re parve bikin.”
ROJIN’ê da zanîn ku rojnamevanên Kurd ji bo heqîqetê ji qadên xetere rastiyê radigihînin û ji medyaya navneteweyî hate xwestin ku rêzê li vê rojnamevaniyê bigirin û agahdariya rast bidin. ROJIN’ê destnîşan kir ku mirina zarokên di bin dorpêçê de, revandina jinan, qetilkirina Kurdên li Kobanê û Rojava mijarên esasî ne ku bibin nûçe.
ROJIN’ê ji rojnamevanan xwest ku serdana deverên dorpêçkirî bikin da ku rastiyan ji destpêkê ve bibînin û bi awayekî bêalî rapor bikin.
ROJIN’ê da zanîn ku wek Çapemeniya Azad a Kurd û medyaya jinan, ew ê her rastiyan aşkera bikin, sûcên şer belge bikin û nirxên aştî, demokrasî û jiyana hevpar biparêzin.







