‘Li aliyekî gotinên aştiyê li aliyê din Rojava tê bombebarankirin’
- 09:06 1 Sibat 2026
- Rojane
MÊRSÎN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê helwesta Tirkiyeyê ya di êrîşên li hember Rojava de rexne kir û wiha got: “Îro li Tirkiyeyê pêvajoyekê dest pêkiriye û bi Serokatiyê re hevdîtin hatin kirin. Gotin em ê aştiyê bînin. Lê mixabin li aliyekî gotinên aştiyê li aliyê din jî Rojava bombebaran kirin. Pêvajo sabote kirin.”
Li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên piştgiriya Tirkiyeyê dibînin yên li ser Rojava, li her derê cîhanê bi hezaran kes daketin kolanan. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku Rojava modelek mînak ya ji bo cîhanê ye.
Dayikên Aştiyê yên Mersînê, diyar kirin ku tevî pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ ya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê de kiriye, Tirkiye alîkariyê dide HTŞ’ê û got bi vê helwesta xwe hewl dide pêvajo sabote bike.
‘Bila destê aştiyê yê dirûst dirêj bikin’
Emîne Eren daxuyakirin ku ew şerê qirêj naxwazin û wiha got: “Îro li Tirkiyeyê pêvajoyek dest pê kir û bi serokatiyê re hevdîtin hatinkirin. Gotin em aştiyê dikin. Lê mixabin ligel van gotinan bi balafiran Rojava bombebaran kirin. Ez dikarim bêjim ku pêvajo hatiye sabotekirin. Em dixwazin destê aştiyê yê dirûst dirêj bikin. Rojava xeta me ya sor e. Em van komkujiyan şermezar dikin. Ne tenê Kurd, Ereb, Suryanî, Tirmen bi hev re dijîn. Em vî şerê qirêj naxwazin.”
‘Behsa aştiyê dikin li Rojava zarokan qetil dikin’
Emîne Eren diyar kir ku bi piştgiriya Tikriye û DYA’yê, Colanî li ser Kurdan şerê qirêj dimeşîne û wiha bidawî kir: “Êrîş sûcê mirovahiyê ne. Ceyran û av birîne, zarokên me ji sermayê mirin. Îro li Tirkiyeyê behsa aştiyê dikin lê li Rojava zarok tên qetilkirin. Hemû kesên xwedî wijdan divê li dijî van êrîşan bin. Em naxwazin kes bimirin. Em aştiyê dixwazin. Divê demildest korîdora mirovahiyê vebe.
‘Ma aştî wisa dibe?
Meyase Orhan jî ev tişt bi lêv kir: “Dibêjin aştî? Ka aştî? Em dibêjin aştî lê ew êrîşê Rojava dikin. Aştî wisa dibe? Ez bang li hemû cîhanê dikim. Van komkujiyên li ser Kurdan rawestînin. Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Xwişk û biratî wisa dibe? Em dibêjin xwişk û biratî lê me dikujin. Bila her kes li dijî vî şerî dengê we bilind bikin.”
‘Divê Kurd bibin yek’
Edîbe Eren destnîşan kir ku divê hemû Kurd li dijî êrîşan bibin yek û wiha bidawî kir: “DAIŞ’ê 10 sal berê êrîşê ÊZidiyan kir. Êzidiyan berxwe da û DAIŞ têk çû. Hemû kesên xwedî wijdan divê li dijî vê zîhniyetê bin. Ez bang li hemû Kurdan dikim bibin yek.”







