Jinan bertek nîşanê hedefgirtina bedena jinê da

  • 09:02 2 Sibat 2026
  • Rojane
 
Devrîm Findik
 
STENBOL-Jin der barê hedefgirtina keziyên jinan a ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve û dîmenên hatine parvekirin de axivîn û wiha gotin: “Li ser bedena jinan polîtîkayek tundiyê ya sîstematîk heye. Saziyên navneteweyî  bêdengin. Ev êrîş ji hev serbixwe nînin.”
 
Çeteyên HTŞ’ê keziyên jinan hedef girtin û vîdeoyên kişandin di çapemeniya civakî de weşandin. Van dîmenan aliyên nû yên tundiya li ser jinê derxist holê. Jinan  ji ajansa me re der barê mijarê de nirxandin kirin û diyarkirin ku êrîş ne tesadufin, îdeolojîk û sîstematîkin.
 
Jina bi navê Hatîce Korkmaz da zanîn ku jin bêyî hincet hedef tên girtin û wiha got: “Çi sûcê jinan heye, çima wisa dikin? Em xerabiya hatiye kirin dibêjin lê tiştek ji destê me nayê.”
 
‘Divê tu kes li dijî tundiyê bêdeng nemîne’
 
Jina bi navê Ezgî şayan jî destnîşan kir ku êrîşên li dijî jinan sînor bezandine û wiha bi lêv kir: “Em tundiya li welatekî din ya li ser jinan ji ya vir serbixwe nagirin dest. Hemû girêdayê hevin. Divê em bertek nîşan bidin. NY bertekê têr nîşan nade, tiştên pêwist nake. DAIŞ pirsgirêka cîhanê ye. Lê serokomarê me jî dem bi dem piştgiriya vê rêxistina terorê dike.”
 
Şerîfe Çelîk, daxuyakirin ku tundiya tê jiyîn birînên kûr vedike û wiha bi lêv kir: “Bila pevçûn rawestin, mirin rawestin. Bila kezeba kesî neşewite. Em aştiyê dixwazin.”
 
‘Fikrên wan bi giştî li ser tunekirina jinê ye’
 
Seza Duru  jî balkişand ser îdeolojiya HTŞ û DAIŞ’ê ya dijminê jinan û ev tişt anî ziman: “DAIŞ rêxistineke ku divê tune be. Fikrên wan li ser tunekirina jina ne.  Rêxistineke terorê ya dibêje ez şerîatim. Ev tişta dikin ji bo Îslamê ne başiye, xerabiye.”
 
‘Divê li dijî tundiyê zêdetir dengê xwe bilind bikin’
 
Îrem Gunyol destnîşan kir ku êrîşên li ser jinan ne munferîtin û axaftina xwe wiha domand: “Divê ev pergal biguhere. Ne tenê li Sûriyeyê, mêr li her derê jinan hedef digirin, tundiyê dikin. Divê jin li dijî vê zêdetir dengê xwe bilind bikin. Jin her tim tên binpêkirin û tunekirin.”