Li Nexweşxaneya Hesekê derman kêm bûne

  • 10:55 3 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Derman li Nexweşxaneya Gel a Hesekê kêm bûne û ji ber vê yekê nexweşên talasemya û gurçikan nikarin tedawî bibin.
 
Li Nexweşxaneya Gel Hesekê ya kantona Cizîrê derman gelekî kêm bûne. Ew li gorî derfetên xwe nexweşan pêşwazî dike û wan tedawî dike.
 
Rêveberê Nexweşxaneya Gel a Hesekê bijîşk Salar Ebulwehab Ebdullah ê ji ANHA'yê re axivî agahî da ku derman ji bo nexweşiyên talasemya, penceşêrê û şûştina gurçikan gelekî kêm bûne û ew gelekî zehmetiyan dikişînin. Her wiha anî ziman ku ji ber dorpêçê û êrişan ew nikarin van dermanan peyda bikin û wiha berdewam kir: “Pêdiviya me bi derziyên cerahî, dermanên bencê xwînê heye. Ji bo ku nexweşxane xebatên xwe berdewam bike û nexweşan pêşwazî bike, pêdiviya me bi dermanan heye.”