DFG’ê rapora meha çileyê eşkere kir

  • 11:52 3 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DFG’ê rapora xwe ya meha Çileyê ya têkildarê binpêkirina mafên rojnamevanan weşand. Di raporê de, hat diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê bi taybetî piştî êrîşên li ser Rojava li hember rojnamevanan zext û binpêkirinên cidî zêde bûne.
 
Li gorî rapora meha Çileyê ya Komeleya Rojnamevanên Dicle Firatê ( DFG), 14 rojnamevan hatine binçavkirin, rojnamevanek hatiye girtin. DFG’ê, da zanîn ku pêşî li 22 rojnamevanan hatiye girtin ku nûçeyan bişopînin. Di heman pêvajoyê de 458 hesabên weke dîjîtal û medyaya civakî hatin astengkirin.
 
Di raporê de her wiha hate diyarkirin ku li dijî rojnamevanekî lêpirsîn hatiye destpêkirin, li dijî rojnamevanekî doz hatiye vekirin û hat gotin ku bi tevahî 3 sal, 9 meh û 7 rojan cezayê girtîgehê li 3 rojnamevanan hatiye birîn. Hat gotin ku niha darzandina zêdetirî 60 rojnamevan dewam dike û 26 rojnamevan hîn jî di girtîgehê de ne.
 
DFG’ê destnîşan kir ku li gelek bajaran rojnamevanên ku xwestin çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava bişopînin rastî tundî û astengiyên polîsan hatine. Hat ragihandin ku nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç li Cîzîrê bi derbkirinê hatiye binçavkirin û girtin û li Nisêbîn, Pirsûs û Wanê êrîşî rojnamevanan hatiye kirin.
 
Di raporê de, hat gotin ku 39 hesabên medyaya civakî ji ber nûçeyên li ser Rojava hatine astengkirin û malper û hesabên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê rastî sansurê hatine. DFG’ê banga bidawîanîna zextên li ser rojnamevanan kir.