ROJEVA 6'Ê SIBATA 2026'AN

  • 09:00 6 Sibat 2026
  • Rojev
 
* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekez dike ku pergala navendî ya netewe-dewletê şer û krîz li Rojhilata Navîn domandiye, konfederalîzma demokratîk ku li ser îradeya azad a gelan ava dibe, wekî rêyek dîrokî, civakî û siyasî ji bo herêmê dibîne. DOSYA 
 
* Aktîvîsta enternasyonalîst Sarah ku di Karavana Gel a bi pêşengiya Young Struggle li diijî êrîşên li ser Rojava derket rê de cih girt, piştevaniya ku sînor bezandine, binçavkirin, îşkence û propangandayên derew yên deweltan û sema parastina Şoreşa Rojava nirxand. DÎMEN HEYE
 
* Partiya Komunîst a Tunusê demên ewil ji ber di alî piştgiriya têkoşîna neteweyî de dereng ma, ji aliyê gel ve jî nehat qebûlkirin û ev rewş bi hatina Hikûmeta Burgîba re hîn girantir kir û partî hat qedexekirin. Heta 1980’ê qedexe bû û legal ma.  JINEOLOJÎ
 
* Berdevka Komîsyona Hiqûqî ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku geşedanên li Rojava ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbixwe nîne û got: “Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bidawî be. Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên kirin.” BI DÎMEN 
 
* Nûnera IPPNW ya Tirkiyeyê Gîsela Penteker balkişand ser peymana navbera HSD û HTŞ’ê û got: “Bi qasî me bihistiye, hîna ji bo pêkhatina peymanê gavek nehatiye avêtin. Yek ji gava yekemîn ev e ku dorpêçkirina Kobanê bê rakirin.” BI DÎMEN 
 
* Ji Înîsiytîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye Newroz Unverdî, diyar kir ku dewletên emperyalîst bi gotinên ‘mafê jinan’ rêxistinên cîhadîst kamufle dike û rêxistinên terorê yên wek HTŞ, Talîban, DAIŞ û Haşdî Şabî xwedî heman zîhniyetê ne. BI DÎMEN