Ji Karavana Gel ber bi Rojava ve: Sînor bi piştevaniyê derbas bûn

  • 09:02 6 Sibat 2026
  • Rojane
Berîtan Tunç
 
ÎZMÎR - Aktîvîsta enternasyonalîst Sarah ku di Karavana Gel a bi pêşengiya Young Struggle li diijî êrîşên li ser Rojava derket rê de cih girt, piştevaniya ku sînor bezandine, binçavkirin, îşkence û propangandayên derew yên deweltan û sema parastina Şoreşa Rojava nirxand.
 
Di êrîşên li dijî Rojava de Karavana Gel ji Ewropayê derket rê û bi armanca piştevaniya bi gelê Kurd re hewl da bigihêje Bakur û Başur. Sarah ku di Karavana li ser navê Young Struggle de cih girt, tiştên jiya ji JINNEWS’ê re nirxand.
 
‘Gelê Kurd sînor bi çalakiyên piştevaniyê derbas kirine’
 
Sarah da zanîn ku Karavana gel ji tevgerek ji kes û rêxistinên cuda pêk tê ye û komên cuda yên enternasyonalîst tevli bûne. Sarah wiha got: “Ji aliyê cuda kes li dora piştevaniya Rojava bûn yek. Karavan îrade û çalakiya gelê Kurd mînak digire. Di rojên ewil yên êrîşê de me yekitiya gelê Kurd bi awayekî zelal dît. Hemû cîhanê ev dît. Ji parçeyên cuda yên Kurdistanê berxwedanan dest pê kir. Yekitî danîn holê. Hêza polîtîk danîn holê. Bi piştevaniyê sînor derbas kirin.”
 
‘Rojava bû çavkaniya hêviya gelên bindest’
 
Sarah destnîşan kir ku bi çalakiya piştevaniyê sînorên emperyalîst tune hatine hesibandin û wiha domand: “Karavana gel ev çalakî ji xwe re mînak girt. Em dibînin ku gelê Kurd yekitî û hêza polîtîk nîşan daye. Ev mijar tenê Kurdan eleqeder nake. Tevgereke piştevaniyê ya ku axa Kurdistanê bezand di nava çend rojan de hat avkairin. Li gelek welatên Ewropayê kes daketin kolanan. Şoreşa Rojava ne tenê mijara Kurdan e. Şoreşa Rojava bû çavkaniya hêviya gelên bindest. Ji ber vê em bi vê çalakî hêviyê diparêzin.”
 
‘Em li dijî  emperyalîstan şer dikin’
 
Sarah da zanîn ku şerê li Kurdistanê tê meşandin şerê li dijî emperyalîzmê ye. Sarah wiha dirêjî dayê: “Şerê li Kurdistanê tê meşandin şerê li dijî  emperyalîstan e. Êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê, şerê berjewendiyan ê Tirkiye  û Israîlê yê bi piştgiriya DYA’yê tê kirinê ye. Ji ber vê jî ser van êrîşan digirin. Di navbgera tevgera Fîlîstîn û gelê Ereb de propagandayeke ku Kurdan dikin dijmin tê meşandin.”
 
‘Hewl dan ruhê piştevaniyê têk bibin lê bi ser neketin’
 
Sarah balkişand ser Karavana gel a ji bo Kobanê derketiye rê û wiha anî ziman: “Bi lez û spontane ev rêxistin derket holê. Gelek hevalên me kedek mezin dann. Delegasyonek ciwanan bi balafirê çû Amerîkayê û ji bo çalakiyên li Bakur ji rayagiştî re ragihîne xebatên çapemeniyê meşand. Ji Swîsreyê delegasyonek çû Başûr. Li wir xebatên çapameniyê kir.  Delegasyona em tevlibûn jî wek konvoyê ji welatên cuda kes hatin û em çûn Bakur. Hinek heval li sînor hatin sekiandin. Hatin binçavkirin û qedexeya derbasbûnê dan. Karavanek li sînorê Yewnanîstanê hat sekinandin. Tevî vê hinek pêk hate bi riya cuda ketin Tirkiyeyê û gihiştin Bakur û Pirsûsê. Tevli protestoyan bûn û hewl dan rewşê ji raya giştîre ragihînin. Delegasyona çû Amedê hat binçavkirin, îşkence  lê hatin kirin.Ev karavan ji bo çalakiyên Ewropayê bû motîvasyonek mezin. Divê em bi peymanê xwe têr nebînin. Divê Şoreşa Rojava bi awayekî xurt bê parastin.”