Siyasetmedara girtî Pervîn Oduncu: Wê jin rêxistinbûna xwe bidomînin

  • 09:04 8 Sibat 2026
  • Ramyarî
Dîlan Babat - Melek Avci
 
EQNERE - Siyasetmedara girtî Pervîn Oduncu ya ji doza Kobanê girtiye, dorpêça Kobanê, êrîş û hedefgirtina jinan nirxand û got: “Ji rêxistinbûn û berxwedana jinan ditirsin. Ji ber vê jî bi hêrs in. Birîna keziyan jî nîşaneya vê ye. Kujerê kastîk wê kujerbûna xwe, jin jî wê hişyarbûn û rêxistibûna xwe bidomîne.”
 
HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê di 6’ê Çile de êrîşê taxên Kurd yên Helebê kirin û piştre hemû Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtin. Li dijî êrîşan Kurd û dostên Kurdan li her alî cîhanê û Kurdistanê rabûn ser piyan. Di encama berxwedana global de di navbera HSD û HTŞ’ê de 30’ê Çile de peymanek hat îmzekirin. Lê hîna dorpêça Kobanê didome.
 
Endama MYK’a HDP’ê ya berê siyasetmedara Girşî Pervîn Oduncu ya ku ji doza Kobanê girtiye û niha li girtîgeha jinan a Sîncanê der barê berxwedana li Rojava, dorpêça Kobanê de axivî.
 
‘Hemû cîhanê hovîtiya DAIŞ’ê temaşe dikir’
 
Pervîn Oduncu pêvajoya 2014’an ku Kobanê di bin tehdîdê de bû û ya niha nirxand û got: “Di 2014’an de dema DAIŞ gihişt ber deriyên Kobane, bajarekî wek Musulê hilweşand, komkujiya Êzidî, ElewÎ, Ereb û Tirkmenan pêk anî û hat. Hemû cîhanê ev hovîtî di weşandên zindî de temaşe dikir. Iraq, Sûriye, hêzên PDK, YNK’ê li dijî van berxwe nedidan û xwe vedişandin. Tirs pir mezin bû. DAIŞ’ê piştî Kobanê, Dîlok û Stenbol hedef kiribû û ev jî îlan kiribûn. Kobanê ji bo wan navçyeek biçûk bû. Lê wisa nebû. Jin û mêrên Kobanê bi gelên ji her çar alî cîhanê hatin berxwedanek mezin meşandin û DAIŞ têk birin.”
 
‘Polîtîkayên înkarê têk çûn’
 
Pervîn Oduncu wiha dirêjî dayê: “Êrîşa îro wek rovanşa wê rojê bê kirin jî, ev xespkirian mafan, gelên demokratîke. Dîrok tekerur neke jî ev daxwaza dizaynkirina çandî, siyasî û erdnîgarî ya nû ye. Di vir de ya girîng asta berxwedan û rêxistinbûnê ye. Kurdên 50 sale têkoşîna hebûnê didin, polîtîkayên înkarê qebûl nake.Polîtîkayên înkarê têk çûne. Hewl didin pêşiya civaka komunal, azad, demokratîk û sosyalîst bigirin. Sedema êrîşên wan tirs û fikarên wan e.”
 
‘Ji ber ditirsin evqas bi hêrs in’
 
Pervîn Oduncu balkişand ser berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya jinan li cîhanê deng daye û di vê mijarê de jî ev tişt bi lêv kir: “Di şexsê Arîn Mîrkan de bi sedan bi hezaran jinî bexwedanek mezin li dijî çeteyê hov meşand û darbeyek mezin li zîhniyeta serdest ya mêr xist.  Îro nûnreiya kujerên kastîk  xwe bi rêxistinên wek DAIŞ’ê didin meşandin. Ya di şer de di qada şer de lîstikan palan dikin û dilîzin zîhniyeta mêr e. îro bi pêşengiya jinên Kurd berxwedanek mezin tê dayîn. Lê tehemula wan li dijî vê tuneye. Dixwazin vê berxwedanê vala derxînin.Ji hişyarbûn, rêxistinbûn û berxwedana jinan ditirsin. Ji ber ditirsin bi hêrsin. Keziyê ku birîn jî nîşaneya tirsa wan e. Kujerê kastîk kujerbûna xwe; jin jî wê rêxistibûn û hişyarbûna xwe bidomînin. Her nokteya em şûnde bikevin wê destkeftiya wan be. Divê em destur nedin vê.”
 
‘Me daxwazên demokratîk yên li dijî DAIŞ’ê anî ziman’
 
Pervîn Oduncu li ser doza Kobanê ku jê tên darizandin jî ev nirxandin kir: “Em niha 6 girtiyên jin ji doza Kobanê girtî mane lê yên herî zêde ji doza Kumpasê ya Kobanê hatin darizandin jin bûn. Em 4 salan ji qetilkirina 48 kesî, ji hezaran bûyerê berpirs hatin dîtin. Lê me li dijî hovîtiya DAIŞ’ê daxwazên demokratîk danî holê. Berpirs tu car nehatin darizandin, nehatin aşkerakirin. Tevî DMME û dadgehê qebûl kir ku em ji mirinan ne berpirsin jî cezayên mezin birîn. Em ê li salonên dadgehê, zindanan parastina Kobanê bidomînin. Parastina Kobanê parastina mirovahiyê ye. Niha dîsa hatiye dorpêçkirn. Ev me ji kurahî bandor dibe. Lê tu tişt nikare pêşî li baweriya ya bi berxwedanê bigire.”
 
‘Êrîş ne tesaduf in’
 
Pervîn Oduncu diyar kir ku ev êrîş ne tesaduf in û li wir du fikr, du pergalên civakî li dij hev in. Pervîn Oduncu ev tişt anî ziman: “Yek cîhanek serdest ya mêr ya binpêker, emperyalîst hegemonîk ya ku serdestiya mêr a kujerê kastîk av akiriye; ya din jî xeta civaka azad sosyalîst, demokratîk ya di esasa jinê ya paradîgma Birêz Abdullah Ocalan ava kiriye. Belê ji sosyalîzmê, ji fikra azad ditirsin û dixwazin tune bikin. Blê ji fikr, berxwedan û rêxistibûna jinan azad zêdetir ditirsin û êrîş dikin. Çavsor dibin.  Ji ‘lîderê cîhanê’ Trump bigirin heta hemû hêzên hegemonîk,faşîst li hember jinan şer dane destpêkirin. Krawat xistin stûyê bermayê DAIŞ’ê û dewlet teslîmê wî kirin. Zîhniyeta mêr a kujerê kastîk li ser kar e.”
 
Pervîn Oduncu destnîşan kir ku Kobanê wek deriyekî nade me, divê em berxwe bidin û biserkevin û wiha bi lêv kir: “Rêxistibûna me û hêza civakê her tişt e. Bêrêxistinbûn mirine! Em ê xwe rêxistin bikin û biserkevin. Ji bo me Kobanê her cihê ku em berxwe didin e. Em ê xwe rêxistin bikin û biserkevin.”
 
Pervîn Oduncu wiha dawî lê anî: “Kobanê ji bo me her der e. Salonên dadgehê, zindan, tax, gund û çiyane. Hêza avakirina ji nûve avakirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk jin in. Li her derê biserxistin, pêşengiya vê kirin peywira me jinan e.”