Li Sêrtê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 14:36 10 Sibat 2026
  • Rojane
SÊRT - Li Sêrtê jina bi navê Dîlek Daniş ku li qatê 3'yan rûdinişt bi awayekî bi gûman ket û jiyana xwe ji dest da.
 
Li Sêrtê jina bi navê Dîlek Daniş ku li qatê 3'yan ê bînahiyekê rûdinişt bi wayekî bi gûman ket û jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdariya kesên li derdorê tîmên tendiristî û polîsan hatin cihê bûyer. Di mudaxeleya ewil ku hat kirin de hat diyarkirin ku Dîlek Daniş jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cenazeyê Dîlek Daniş ji bo otopsiyê rakirin,morga Nexweşxaneya Sêrtê ya Perwerde û Lêkolînê.
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.