Di hewldana qetilkirinê de daxistina ceza hat xerakirin
- 09:05 9 Sibat 2026
- Hiqûq
Medîne Mamedoglu
AMED - Li Amedê mêrê bi navê Mahmut Çakmak hewl dabû Y. Çakmak ya ku pê re zewicandiye qetil bike û 15 sal cezayê li gumanbar hatibû birîn îstînafê xera kir. Dadgeha Bilind, diyar kir ku nakokî û lêkolîn kêm in û biryar da ku dosya ji nû ve bê dîtin.
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê di 12’ê Tîrmeha 2022’yan de mêrê bi navê Mahmut Çakman îşkence li Y. Çakmak ya pê re zewicandibû kir û hewl da qetil bike. Li gorî agahiyên di dosyayê de ewil tundî li Y.Çakmak têkirin, tê tehdîdkirin û hewl tê dayîn bê qetilkirin. Bi alîkariya cîranan Y. Çakmak hat xilaskkirin û bi rojan li nexweşaneyê hat dermankirin.
Birayê wî hat girtin û piştre berat kir
Piştî bûyerê Mahmut Çakmak û birayê wî A. Çakmak hatin binçavkirin. Her du jî hatin girtin lê A. Çakman piştî demekê hat tahliyekirin û beratkirin. Îdianameya bi sûcdariya ‘teşebusê ji qestî qetilkirina jinê’ hat amadekirin, ji aliyê 8’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
Tehdîda ‘gilî şûnde bikşîne’
Y. Çakmak ya di rûniştinan de îfade da da zanîn ku bi awayekî sîstematîk tundî lê hatiye kirin û got di pêvajoya darizandinê de gumanbar û xizmên gumanbar ew tehdîd kirine ku giliyê xwe şûnde bikşîne. Gumanbar Mahmut Çakmak jî di parastina xwe de hewl da xwe xilas bike.
HTS û qeydên kamerayan: Îfade bi nakok in
Di dosyayê de hat diyarkirin ku îfadeya ku A.Çakmak ku gotiye dema bûyerê ne li wir bûye, bi qeydên kamera û HTS’ê re li hev nakin. Her wiha hat destnîşankirin ku birînên bedena Y. Çakman bi rîsk in û her wiha hat diyarkirin ku îfadeyên şahidan jî vegotinên Y. Çakmak piştrast dike.
Cezayê muebetê daxistin 15 salan
Dadgehê di 2024’an de der barê gumanbar Mahmut Çakmak de cezayê muebetê birî. Lê piştre bi îdiaya ‘di asta teşebusê de maye’ ceza daxistin18 salan. Pişre jî daxistina takdîrî pêk anîn û daxistin 15 salan.
Parêzeran biryar birin îstînafê. Yekemîn Daîreya Ceza Giran a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî a Amedê diyar kir ku lêkolîn kêm in û nakokî hene û biryar xera kir û dosya dîsa şand 8’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê.







