Ji Şaredariya Cenevreyê banga ‘Ji bo Rojava bikevin tevgerê’
- 21:59 13 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Cenevreyê destnîşan kir ku ji bo berjewendiyên jeopolîtîk tenê hiştina gelê Kurd nayê qebûlkirin û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina Rojava bikeve tevgerê.
Bertekên navneteweyî yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên komên çete yên HTŞ-DAÎŞ’ê berdewam dikin. Herî dawî, Organa Rêveber a Şaredariya Bajarê Cenevreyê Conseil administratif de la Ville de Genèveê, êrîşên li ser Rojava şermezar kir û bang li Swîsre û civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina Rojava bikevin tevgerê.
Krîza mezin a mirovahî tê jiyîn
Di daxuyaniya ku ji aliyê Organa Rêveber a Şaredariya Bajarê Cenevreyê ve hatî dayîn de, bal hat kişandin ser kûrbûna krîza mirovî ya ji ber êrîşên dagirkeriyê û wiha hat gotin:“Ji destpêka meha Çileyê ve, li dijî Rojava ya ku li rojhilat û bakurê Sûriyeyê cih digire û ji sala 2013’an ve xwedî rêveberiya xwe ya xweser e, ji aliyê rêveberiya Şamê û hevalbendên wê ve bi armanca dubare girtina kontrola herêmê, êrîşên leşkerî tên meşandin. Ev êrîş bûne sedema krîzeke mezin a mirovî ku aramiya herêmê dixe xetereyê. Bûye sedema tevgerên nifûsê yên girseyî û jiyana xwe ji dest dana bi sedan kesan.”
Bertekên navneteweyî kêm in
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hikumeta Şamê li gorî agirbestên hatine ragihandin tevnegeriyaye û hat gotin: “Tevî agirbestên li pey hev, rewşa li qadê bi fikar berdewam dike; projeya Kurdistana xweser bi awayekî cidî ketiye metirsiyê. Di vê çarçoveyê de, dema ku civakên Kurd balê dikşînin ser herikîna dramatîk a geşedanan û seferber dibin, bertekên navneteweyî ne li gorî giraniya rewşê ne û qadeke fireh ji rêveberiya Sûriyeyê re dihêle ku projeya xwe ya avakirina otorîter bidomîne. Kurd îro ji ber berjewendiyên jeopolîtîk bi tenê hatine hîştin. Hinek welatên ku duh Rojava di çarçoveya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de wekî hevalbendekî bikêr didîtin, îro ji bo berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk ew bi çarenûsa wan re rûbirû hîştine.”
Banga tevgerê hat kirin
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Swîsre ku cihê îmzekirina Peymanên Cenevreyê ye, di vê xalê de xwedî berpirsyariya bilindkirina dengê xwe û bûyîna mînak e. Li hemberî giraniya rewşa li Rojava, Konseya Rêveber bang li Konseya Federal a Swîsreyê dike ku êrîşên li ser Kurdan şermezar bike û hemû derfetên di destê xwe de ji bo pêkanîna hiqûqa mirovî ya navneteweyî bi kar bîne.”







