TJA: Komplo têk çû, berxwedan bi ser ket!

  • 10:37 15 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de daxuyaniyek weşand û got, "Komplo têk çû, berxwedan bi ser ket."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
"Em 28'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, komployek ku armanc dikir rêça dîrokê bi tarîtiyê biqedîne, di bin ronahiya pêşketinên girîng de pêşwazî dikin. Ev roja tarî, ku serdestan hewl dan veguherînin rojek qirkirina Kurdan, bi komployên ku qirkirinê ji komkujiyên Şêx Seîd heta roja îro kûrtir kirin berdewam kir. Me ev 15'ê Sibatê bi êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava ya ku temsîla Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Şoreşa Jinan e, pêşwazî dikin.
 
Bi van êrîşan hişmendiya faşîst a qirker, bi qerektera xwe ya mêrperest di serî de xeta me ya berxwedana jinê hedef girt, êrîşî cenazeyên jinên ku li dijî DAIŞ'ê bi awayekî fedaî li ber xwe dan bi awayekî dij exlaqî êrîş kir. Hêzên ku bawer dikirin ku ew ê bi van êrîşan bigihîjin armanca komploya xwe, rastî berxwedaneke civakî hatin ku di dîrokê de hatiye zanîn; berxwedana bi sed hezaran jinên ku porê berdayî yê ku ew hedef girtin hembêz kirin, li seranserê cîhanê belav bû û komplo careke din hate pûçkirin.
 
Rêya dîrokê ne ji aliyê hêzên komploger ve, bi têkoşîna bênavber a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate guhertin. Rêber Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ya 27 salan destkeftiyên ku dê ji bo jin û gelên cîhanê sûdmend bin, afirand. Ev deskeftî bi perspektîfa Neteweya Demokratîk, zanista jineolojiyê û rizgariya jinan û bi bingeha afirandina civakek azad danîne; û têkoşîna 52 salan bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye tacîdarkirin.
 
Li hember rastiya komploya navneteweyî ya ji aliyê NATO-Gladio ve hatî organîzekirin û potansiyela dirêj û wêranker a ji bo Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de gaveke dîrokî avêt; bi Banga xwe ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk, wî hêza xwe ya pêşkêşkirina çareseriyek li dijî vî şerî nîşan da. Banga Rêber Abdullah Ocalan hêvî da tevahiya cîhanê û ji aliyê parêzvanên azadiyê, bi taybetî jinan ve, bi awayekî bihêz hat pêşwazîkirin. Em di qonaxeke krîtîk re derbas dibin ku, li hemberî israra hêzên mêtînger ên li ser şerekî li ser bingeha tunekirina nirxên civakî, têkoşîna ku ji hêla jin û gelan ve - afirînerên bingehîn ên van nirxan - li ser bingeha têgihîştina Rêber Abdullah Ocalan tê pêşxistin, diyarker e. Zîhniyeta qirker a ku di vê komployê de israr dike, di kesayetiya Rêber Abdullah Ocalan de azadiya tevahiya civakê, bi taybetî ya jinan hedef girt. Dema ku em rastiya vê komploya têkçûyî dibînin, azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê wateya azadiya jinan û azadiya civakê.
 
Em wek Tevgera Jinên Azad radigihînin ku em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û komployê bi tevahî têk bibin, li ser bingeha prensîba ku ev bibe salek ku Rêber Abdullah Ocalan bigihêje azadiya fizîkî. Em ê ji bo vê azadiyê jî çi ji destê me bê bikin. Em 15'ê Sibatê ku tê îfadeya israra qirkirinê jî şermezar dikin; em biryardariya xwe ya veguherandina vê rojê bo rojek têkoşîn û azadiyê bi yekbûna li dora ronahiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan teqez dikin. 
 
Bila Bimire Komploya 15'ê Sibatê! "