Daxwazên jinan dibin rapor: Komîsyon hatin avakirin
- 09:06 16 Sibat 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
WAN - Necla Gursoy da zanîn ku ji bo bajarên jinan xebatên li herêmên pîlot didomin û got: “Li bajaran getobûyîn heye. Ji ber vê têkoşînek topyekun pêwist e. Xwegîhandina jinan a navendên piştevanî, îstîhdam û ewlehiyê daxwaza esas e.”
Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 20’ê Kanûna 2025’an de bi civîna ku pêk anîn bajarên Amed,Nisêbîn, Gevger, Artemêt û Cizîrê wek ‘bajarê jinan’ îlan kirin. Bi van bajarên jinan, jiyaneke wekhev, azad û ewle ji bo jinan tê hedefkirin.
Midûra Polîtîkayên Jinan a Yekitiya Şaredariyên Herêmên Başurê Rohilatê Anatolyayê (GABB) Necla Gursoy der barê armanca ‘bajarê jinan’ de û xebatên dimeşînin axivî.
Necla Gursoy da zanîn ku wek rêveberiyên herêmî bi perspektîfa demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan xebatan dimeşînin û got rêveberiyên herêmî di alî ku îradeya jinan derkeve holê, xwe birêve bibe de gelek girînge. Necla Gursoy wiha got: “Ji ber vê jî hewldana avakirina bajarên jinan mînaka vê ya herî mezine. Bajarê jinan ji rengê jinan bigirin heta veguhestinê û heta hemû qadê wê jin hebin. Ji ber vê jî bajar hatin diyarkirin û xebat tên meşandin. Ev ne xebatek nûye; berê jî xebat hatin meşandin û ev bandora tecrubeya salan e. 5 herêmên pîlot hatin hilbiajrtin. Amed, Nisêbîn, Cizîr, Gever û Artemêt. Ev xebat wê bibin modela mînak.”
‘Li dijî getobûyînê têkoşîna hevpar’
Necla Gursoy destnîşan kir ku ji roja deklerasyon hatiye aşkerakirin heta niha xebatên xwe didomînin û got li bajaran xizanî dibe sedema giranbûna şerê taybet û wiha bi lêv kir: “Em li dijî vê ji bo zêdekirina îstîhdama jinan xebatan dimeşînin. Ji îmarê heta parkan, ji kreşên zarokan heta qadên îstîhdama jinan, heta ewlehiyê xebatên me didomin. Hewcedariya jinan bi çi heye? Jin dixwazin li bajarên çawa bijîn?Em di van mijaran de dibin yek û biryaran didin. Her roj cînayetên jinan tên jiyîn. Ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinê, ji bo avakirina navendên piştevajiya jinan, mekanîzmayên pêşî li tundiyê digirin xebatên me didomin. Li dijî fuhuş, hişbirê xebatên me didomin. ‘Platforma Şiyar Be’ya li dijî tiryakê hatiye avakirin heye. Em bi hev re xebatan dimeşînin. Li bajar getobûyîn heye. Ji ber vê têkoşînek hevpar hewceye. Divê di civakê de refleks bê avakirin.”
Hewcedariyên jinan çi ne?
Necla Gursoy der barê bendewarî û hewcedariyê jinan de jî axivî û wiha pê de çû: “Li Artemêt, Gever, Nisêbînê xebat tên kirin. Em li ser mijarên ku jin xwe çawa rehet hîs dikin disekinin. Em li ser daxwaz û hewacedariyên jinan xebatan dimeşînin. Daxwaz tên girtin û rapor tên amadekirin. Komîsyon tên avakirin û bi van komîsyonan xebat tên meşandin. Xebatên me wê hîn bêtir xurt bibin û bidomin.”







