Îro Misilman, Êzidî û Xirîstiyan bi rojî ne
- 09:25 19 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî 33 salan careke din Meha Remezanê, Cejna Xidir Îlyas û Rojiya Mezin di heman rojê de rastî hev hatin.
Misilman, Êzidî û Xiristiyan îro dest bi rojiyê kirin. Piştî 33 salan careke din rojên pîroz ên her sê baweriyan di heman rojê de dest pê dike. Di 19'ê Sibatê de Êzidî Rojiya Cejna Xidir Îlyas û Xiristiyan jî Rojiya Mezin digirin. Lê ji ber ku Misilman salnameya hicrî bi kar tînin û li gorî mehan diçin di navbera salnameya wan û ya giştî de 11 roj ferq heye. Ji ber vê ferqê mehên Îslamên yên weke Receb, Şeban û Remezanê her sal 11 rojan paş ve tê. Li ser vê yekê 33 salan carekê destpêka meha Remezanê ya Misilmanan, destpêka Cejna Xidir Îlyas ya Êzidiyan û destpêka Rojiya Mezin a Xiristiyanan di heman rojê de rastî hev tên. Her sê baweri jî ji bo aramiya nefs û ruhê xwe bi rê û rêbazên cuda rojîyê digirin.
Cejna Xidir Îlyas
Civaka Êzidiyan Cejna Xidir Îlyas ku her sal di 19'ê Sibatê de tê pîrozkirin, bi rojîgirtin û duayan pîroz dikin. Ev cejn, 3 rojan didome û ev roj weke nîşaneya hêvî, nû bûn û alîkariya ilahî tê dîtin. Li cihên pîroz û nav malan find tên pêxistin û malbat li hev dicivin.
Rojiya Mezin
Di heman rojê de Xiristiyan jî, dest bi Rojiya Mezin ku bi navek din Perhîza Mezin jî tê zanîn 40 rojan didome, dikin. Di vê demê de gelek bawermend ji hin xwarinan dûr dikevin. Dema xwe pirtirîn didine îbadet û tobekirinê.
Meha Remazanê
Her wiha Meha Remazanê ya Misilmanan ya îsal bi berbanga serê sibê dest pê kir û piştî mehekê dê bi Cejna Remezanê bi qede. Misilman di vê mehê de ji ber banga serê sibê heya banga mexrebê tiştekî naxwin û venaxwin. Ev meh di baweriya misilmanan de wekî meheke sebrê, aramiya ruh û alîkarikariyê tê qebûlkirin.







