Foruma Aştî û Azadiya Civakî dê li Amedê were lidarxistin

  • 11:36 23 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di navbera 12-16’ê Gulanê de “Foruma Aştî û Azadiya Civakî” li dar dixe. Di forumê de astengiyên li ber aştî û azadiya civakî, sînorên heyî û derfetên çareseriyê dê bi her alî ve werin nîqaşkirin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi piştgiriya torên piştgiriyê yên herêmî û navneteweyî, di dîrokên 12-16’ê Gulana 2026’an de li Amedê “Foruma Aştî û Azadiya Civakî” pêk tîne. Forum armanc dike ku beşên cuda yên civakê bîne cem hev û nexşeyeke rê ya hevpar ava bike.
 
Tê plankirin ku ji bajêr, herêmê û qada navneteweyî; derdorên akademîk, saziyên civakî yên sivîl, kom û saziyên aktîvîst û hunermend beşdarî forumê bibin.
 
Derbarê forumê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya forumê de dê were nîqaşkirin ka aştî û azadiya civakî ji malan heta taxan, ji rêveberiyên herêmî heta civaka sivîl, di hemû qadên jiyanê de çawa dikare were avakirin.
 
Di çarçoveya bernameyê de; perwerde û lêkolîn, mafên zarokan, xebatên ciwan û jinan, zayendiya civakî, piştgiriya psîkososyalan, hiqûq, edalet û mafên mirovan, koça bi darê zorê, windakiriyên bi darê zorê, ziman û edebiyat, çand-huner û medya, xebatên dîrok û hafizeyê, ekolojî û çandinî, ked û aborî, tenduristî, werzîş û mijarên dîn û baweriyê dê di bin gelek sernavan de rûniştin û atolye werin lidarxistin.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aştî û azadiya civakî tenê bi îfadekirin û fêmkirina pirsgirêk, nêrîn û pêşniyarên çareseriyê yên beşên cuda bi awayekî famkirina hevdu pêkan e.
 
Di çarçoveya forumê de serlêdanên ji bo atolye û dilxwaziyê jî dê werin girtin. Dîroka dawî ya serlêdanên atolyeyan 5’ê Adarê, ya dilxwazan jî wekî 21’ê Adarê hat ragihandin. Hat diyarkirin ku mirov dikarin ji bo serlêdan û agahiyên berfireh serî li navnîşana https://peaceandfreedomforum.com/ bixin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku forum ne tenê nîqaşkirina pirsgirêkan, di heman demê de ji bo rêveberiyên herêmî û civaka sivîl avakirina nexşeyeke rê ya şênber armanc dike. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em dikarin aştî û azadiya civakî tenê bi vegotin û fêmkirina pirsgirêkên hevdu, nêrîn û pêşniyarên çareseriyê ava bikin” û bang li hemû kesan, nexasim li welatiyên Amedê hat kirin ku beşdarî forumê bibin.