ROJEVA 10'Ê ADARA 2026'AN
- 09:00 10 Adar 2026
- Rojev
*Endama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hafîze Îpek, têkildarî êrîşên Îsraîl û DYA'yê yên li ser Îranê diyar kir ku çareserî ne bi hêzên hegemonîk, lê bi têkoşîna hevbeş a hêzên demokratîk ên li Îranê dikare pêk were. Hafîze Îpek her wiha tekez kir ku felsefeya "jin, jiyan, azadî" ku jinên Kurd pêşengiya wê dikin, di berxwedanê de roleke diyarker dilîze. DÎMEN HEYE
*Aktîvîsta TJA'yê Yagmur Yurtsever destnîşan kir ku mêr bi hêsanî difikirin û dibêjin, "Pirs nayên pirsîn, lêpirsîn nayê kirin" û jinan dikujin. Yagmur Yurtsever got jin baweriya xwe bi mekanîzmayên dewletê naynin. DÎMEN HEYE
* Li gundê Arzoxlî ku tê xwestin GES lê bê çêkirin bertekên şêniyan berdewam dike. Jinên Arzoxlî destnîşan kirin ku ger ev proje bê çêkirin dê jiyan û axa wan nemîne û daxwaz kirin ku ev proje bê betalkirin. DÎMEN HEYE
*Endama Koordînasyona KJAR'ê Çîmen Şîne şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê nirxand û diyar kir ku gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tenê Îraneke demokratîk dixwazin û got, "Ev rejîm niha ketiye pêvajoya hilweşînê. Niha dema şoreşa jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye. Îran bi êrîşa li ser Kurdan bi ser neket û nikare bi ser bikeve. Kurd hêza bingehîn a demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn û Îranê ne. Bêyî Kurdan li Îranê kes nikare tiştekî bi dest bixe."







