Bîlançoya 6 rojan: 5 hezar êriş û bi hazaran birîndar
- 14:20 6 Adar 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Bîlançoya şerê DYA, Îsraîl û Îranê yê 6 rojan tabloyek giran radixe ber çavan. HRANA’yê rapora 6 rojan a şer parve kir û got ku ji 28’ê Sibatê heta niha 194 jê zarok bi giştî hezar û 168 kes hatine kuştin.
Şerê Îsraîl, DYA û Îranê berdewam dike. Êrişên dualî didomin. Li gorî daneyên aliyan, saziyên navneteweyî û çapemeniyê êrişên Îranê di aste jor de kêmbûne û berovajî wê êrişên Îsraîl û DYA'yê jî hindî diçe zêde dibin. Îran raste rast Îsarîlê û dewletên baregehên DYA'yê lê heyîn hedef digire. Bilançoya 6 rojan a şer asta windahiyên mirovî û xisarên madî radixe ber çavan. Daxuyaniyên dualî bi gefan û zêdekirin asta şer nîşan dide.
Bîlançoya HRANA
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA), rapora xwe ya têkildarî bîlançoya 6 rojên êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê parve kir. Di raporê de hate gotin ku di nava 24 saetan de li 19 eyaletan, di çarçoveya 113 bûyeran de bi giştî 170 êriş hatine tomarkirin. Hate gotin ku di encama êrişan de yek jê zarok 9 sivîl û 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar bûne. Di raporê de hate hate daxuyandin ku 29 bûyerên mirin û birîndarkirinan jî di qonaxa lêpirsînê de ne.
HRANA’yê da zanîn ku ji 28’ê Sibatê heta niha di êrişan de hezar û 168 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ji van 194 jê zarok in. Her wiha hate gotin ku 336 bûyerên mirinê jî di qonaxa lêkolînê de ne.
Di raporê de hate destnîşankirin ku di nava 24 saetan de hem baregehên leşkerî hem jî tesîsên sivîl û leşkerî hedef hatine girtin û wiha hate gotin: “Di êrişan de hem tesîsên leşkerî û sivîl hem jî stadyumek hedef hate girtin. Ev cih ne di statuya parastina taybet de ne û tê lêkolînkirin ka cihên leşkerî û sivîlan e yan her du jî bi kar tînin.”
Weşandina daneyan
Şerê DYA'yê ji hêla organîzasyona leşkerî ya Rojhilata Navîn a bi kurteya CENTCOM'ê ve tê meşandin. Navend her roj daneyên şer diweşîne û derbarê qeşedanan de agahî dide. Li gorî daneyên CENTCOM'ê di şeş rojan de di hundirê Îranê de 2 hezar noqte hedef girtine û tevahiya wan îsabet kiriye. Her wiha li gorî îstatîstîkên CENTCOM'ê di encama van lêdanan de heta niha hezar 230 endamên rejîma Îranê kuştine. Li hemserî vê yekê di encama êrişên Îranê de 6 leşkerên Amerîkî hatine kuştin.
Êrişên Îsraîlê
Ligel êrişên Îsraîlê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê û Hêzên Esmanî yên Îsraîlê (IDF) jî derbarê şer de agahî û îstatîstîk belav kirin. Di daxuyaniya IDFê ya derbarê encamên şerê 6 rojan de hate diyarkirin ku şevê din pêla 13'emîn a êrişan dane destpêkirin. Her wiha hate ragihandin ku ji roja destpêkê heta niha zêdeyî hezar 100 êrişên hewayî li djî hedefên Îranê pêk anîne.
Êrişên li hemberî eyaletên Îranê
Li gorî daneyan lêdan li heft eyaletan pêk hatin. Eyaletên êrişên lê pêk hatîn wiha ne; Eyaleta Kirmanşanê, Eyaleta Kurdistanê, Eyaleta Azerbêcana Rojava, Eyaleta Îlamê, Eyaleta Îsfahanê û Eyaleta Hozistanê. Li gorî daneyan êriş li ser eyaletên dikevin rojavayê Îranê çêbûne. Li rojhilat û başûrê Îranê lêdan pêk nehatine. Ligel van eyaletan ku gelek bajar û navçeyan digirin navxwe, lêdan li hind bajaran girantir bûn. Bajarên Tehran, Sine, Merîwan, Banê, Kirmanşan, Tebrîz û Îsfahanê cihên herî zêde rastî bombardimanê hatine. Tehran bi 220 lêdanan bajarê herî zêde bi lêdanê re rû bi rû mayî ye.
Hedefgirtina navendên tenduristiyê
Ligel hedefên leşkerî di 6 rojan de 13 navendên tenduristiyê û her wiha Stadyûma Azadî ya li Tehranê jî di encama êrişan de xisarek mezin dîtin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî piştrast kir ku 13 navendên tenduristiyê di şerê 6 rojan de hedef hatine girtin.
Daneyên zelal nîne
Li gorî daneyên WHO'yê, sazî û dezgehên navneteweyî di şerê 6 rojan de bîlançoyek mezin a mirî û birîndaran derket holê. Di encama lêdanên Îsraîl û DYAyê de heta niha qasî hatiye tespîtkirin hezar û 230 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî çavkaniyên Îranê beşek ji van sivîl in lê Îsraîl û DYA vê yekê red dikin. Ligel daneyên zelal tunin jî tê daxuyandin ku nêzî 2 hezar birîndar çêbûne. Hete niha Îsraîlê 11 miriyên xwe aşkera kirin. DYA'yê jî daxuyand ku di şerê 6 rojan de 6 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane. DYA'yê ragihand ku ev 6 leşker li Kûwêtê di encama êrişek bi nezanî ve ji hêla hêzek dost ve pêk hatî de jiyana xwe ji dest dane.
Kurdistan hedef tê girtin
Deverek din a bûyî hedefa êrişên rejîma Îranê û komên girêdayî wê Herêma Federal a Kurdistanê ye. Ji roja destpêka heta niha bi dehan êriş li dijî Kurdistana Federal pêk hatin. Li dijî Balefirgeha Navneteweyî ya Herîr a Hewlêrê bi moşekan û dronan êriş pêk hatin û ziyana madî derket holê. Her wiha li dijî qampên partiyên Kurd ên li başûrê Kurdistanê jî gelek êrişên bi heman awayî pêk hatin. Di encama êrişan de pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da, gelek pêşmerge û welatî jî birîndar. Her wiha beşek welatiyên Kurd ên bûne hedefa êrişan jî bi neçarî cihên xwe terikandin.







