Hevpeymaniya Hêzên Siyasî dijî êrişan bang li civaka navnetewî kir

  • 09:23 14 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê a Îranê bang li civaka navnetewî kir ku dijî êrişên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê xwedî helwest be.
 
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê a Îranê, derbarê êrişên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistan û baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Ji despêka şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê ve, bi sedan car bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Herwiha baregehên hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û kampên sivîlan ên li Herêma Kurdistanê hatine hedef girtin. Di êrişa herî dawî de pêşmergeyek Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşana Kurdistanê, Umêd Weysî û du pêşmergeyên Sazmanî Xebatî Kurdistanê ên bi navê Fexredîn Muradî û Iqbal Salihî şehîd bûn.
 
Em weke Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê a Îranê, êrişê rejîma Îranê û komên terorîst yên ser bi Îranê ên li ser Herêma Kurdistan û cihên sivîlan şermezar dikin. Herwiha em êrişên li ser konsolxane, baregehên siyasî yên welatên cîhanê ên li Herêma Kurdistanê jî bi tundî şermezar dikin. Em bang li civaka navnetewî dikin ku dijî êrişên rejîm û milîsan xwedî helwest bin.
 
Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistanê a Îranê radigihîne ku Komara Îslamî hewl dide bi qirkirina xwepêşanderên di nava welat de, dîlgirtina xelkê Kurdistan, afirandina qeyran, şer û bê îstiqrariya li dervey welat, desthilatdariya xwe dirêj bike. Lewma divê welat û civaka navnetewî ya cîhanê piştgiriya neteweyên Îran, maf û daxwazên wan ên rewa bike. Herwiha dijî êrişên komara Îslamî yên ser xelkê sivîl ên li Herêma Kurdistanê û welatên din, rawestin.”