Xelatên ‘Çîroka Pêşbirka Rojîn Kabaîş’ hatin dayîn
- 22:12 14 Adar 2026
- Rojane
WAN - Xelatên ‘Pêşbirka Çîrokan a Rojîn Kabaîş’ ya ku ji aliyê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê ve ji bo bîranîna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabîş ku jiyana xwe ji dest dabû, hat li darxistin, hatin dayîn. Di axaftinên hatin kirin de peyama mezinkirina têkoşîna jinê hat dayîn.
Xelatên ‘Pêşbirka Çîrokan a Rojîn Kabaîş’ ya ku ji aliyê Şaxa Sendîkaya kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê ve ji bo bîranîna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabî ku li Wanê di 27’ê îlona 2024’an de winda bû ûdi 15’ê îlonê de cenazeya wê hat dîtin, hat lidarxistin hatin dayînMerasîm li Salona Konferansa Tahîr Elçî a Baroya Wanê pêk hat û bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş jî tevil bû. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û belgefîma bi navê ‘têkoşîn’ hat nîşandan.
Hevseroka EgîtÎm Sen a WAnê Funda Demîr Bozkurt piştî belgefîlmê axivî û da zanîn ku ev ne tenê merasîmeke xelatê ye û got ew dixwazin têkoşîna jinê bi hevkariya hûnerê nîşan bidin.
Funda Demîr Bozkurt bi lêv kir ku hêza veguherîna çand û hunerê ji bo bibin dengê jinê bikar tînin û balkişand ser qetilkirinên jinan. Funda Demîr Bozkurt wiha got: “Em li Tirkiyeyê bi rastiya tundiyeke giran a jinan re rû bir û ne. Gelek jin û zarok di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dets didin. Welat ji bo jinan bûye cehnem. Em bêdeng namînin, serî natewînin. Em ê xwedî jiyana xwe derkevin.
Endamê Lijneya Rêveberiya Egîtîm Senê Loman Babat jî li ser navê komîsyona pêşbirkê axivî û got: “Her kesê ji bo jiyanek azad têdikoşe hevalên Rojînê ne. Heta heqîqet derkeve holê em ê têbikoşin.
Ji Nîzamettîn Kabaîş bang
Bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş jî axivî û bang li rayedaran kir û got: “Telefona şandin Ispanyayê venekirin. Ez bag li dozgeran dikim, ferz bikin ku telefona Rojînê tunebû. Gelo hûn çima daneyên din lêkolîn nakin?Em êşek mezin dijîn. Bila aqûbeta Rojînê diyar be.”
Xelat hatin dayîn
Di beşa Kurmancî, Kurmanckî û Tirkî de xelat hatin dayîn.
Di kategotiya Kurmancî de Nûjiyan bi çîroka ‘Dergûş’ bû yekemîn, Kenan Ornek bi çîroka ‘Çi bû yekîn bikin’ bû duyemîn, Abdurrahman Demîr bi çîroka ‘Nanê Tenûrê’ bû sêyemîn. Xelat juriya taybet a Kurdî jî bi çîroka ‘Roj-în-Ava’ Heval Dilbahar hêja hat dîtin.
Di beşa Kurmanckî de Yakup Taşçi bi çîroka ‘Xelay’ bû yekemîn, Erkan Yildirim Ekîncî bi çîroka ‘Zeriya Golî Wanî’ bû duyemîn, Çîno bi çîroka ‘hevala masiyan’ bû sêyemîn. Xelata taybet a juriyê ya Kurmanckî dan Omer Bîçer.
Di beşa Tirkî de Emîne Koç bi çîroka ‘Sarkaç’ bû yekemîn, Sumeyye Koşmak bi çîroka ‘Ez hêlkana dayika xwe dihejînim’ bû duyemîn, Îbrahîm Şaşma bi çîroka ‘Agla Yusuf Agla’ bû sêyemîn. Xelata juriya taybet jî dan Şavaş Akman.
Merasîm bi dayîn xelatan bidawî bû.







