Li Mêrdîn û Farqînê lehî rabû
- 14:50 15 Adar 2026
- Rojane
AMED /MÊRDÎN- Ji ber barana zêde li Mêrdîn û Farqînê lehî rabû.
Li navçeyên Qoser, Stewrê, Rişmil û Artûklûyê yên Mêrdînê ji ber baranên zêde li gelek cihan lehî rabû û li navenda bajêr û li gundewaran gelek cih di bin avê de man.
Li Mêrdînê ji ber barîna barana zêde li gelek herêman lehî rabû. Li navçeya li gundên Xerabkurka û Emrûdê yên navçeya Qoserê, ava çem û newalan rabû û ji ber lehiyê gund di bin avê de man. Şelaleya Emrûdê jî piştî barîna barana zêde di nav herî û axê de ma. Li li Geliyê Zerganê yê navçeya Qoserê jî lehî rabû. Bi rabûna ava gelî re li hin cihan av ber bi taxan ve herikî. Li navçeya Stewrê û navçeya Artukluyê jî lehî rabû. Li navçeyên Stewrê û Artûklûyê ji ber barana zêde ava çeman rabû û bû sedem ku zeviyên çandiniyê di bin avê de bimînin. Li navçeya Rişmilê jî ji ber barana zêde Geliyê Riclê ku 12 sal in av lê nediherikî, tije av bû. Bi lehiya rûdayî re zeviyên çandiniyê û gund di bin avê de man.
Farqîn
Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber barana zêde li çar gundan lehî rabû û hin rê hatin girtin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber barîna zêde ya baranê li gundan Gundikê Hecî Îbrahîm, Gundê Reşo, Gulîzera û Boşatê lehî rabû. Piştî barana zêde 37 qewar xetimîn û lehiya rabû hin rê girtin. Vê rewşê bandor li hat û çûyîna wesayîtan kir. Rêyên hin gundan jî ji ber baranê xera bûn û derz lê ketin.
Tîmên Şaredariya Farqînê piştî rabûna lehiyê bi lez û bez çûn herêmê û dest bi xebatan kir. Piştî xebatên hatin kirin rêyên hatibûn girtin ji hatin û çûyînê re ji nû ve hatin vekirin.
Hate zanîn ku ji ber rabûna lehiyê li hin malan ziyaneke madî çêbûye. Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen jî bi tîman re li qadê lêkolînan dike û xebatan di cih de dişopîne. Xebatên paqijiyê û tespîta ziyanan ên tîmên şaredariyê yên li herêmê berdewam dikin.







