‘Newroz roja têkoşîn û berxwedanê ye’
- 09:03 19 Adar 2026
- Rojane
Devrîm Findik
STNEBOL - Jinan diyar kirin ku Newroz di alî dîrokî de roja berxwedan û têkoşînê ye û gotin yekitiya li qadan piştevaniya şoreşgerî ya li dijî zaliman e.
Wateya civakî û dîrokî ya Newrozê îsal jî aliyên cuda tîne gel hev û zemîneke xurt derdixe pêş. Newroza ku dînamîkên civakî û siyasî yên cuda yên gelê Kurd li qadê tîne gel hev, di heman demê de di xeta têkoşîn û gotina hevpar a aliyên sosyalîst yên Tirkiyeyê de jî tê gel hev. Di vê çarçoveyê de Newreoz ne tenê cejn e, di hemand emê de zemîna piştevanî û têkoşînê ye.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebat Karul, aktîvîsta Tevgera Jinên Sosyalîst (SKH) Perîhan Ozgul, ji Komîsyona Jinên Karker Kedkar (ÎEKK) Îpek Bozkurt, ji Yenî Demokrat Kadin (YDK) Gulhanim Aslandogan û ji Piştevaniya mor Elîf Saç der barê Newrozê de axivîn.
‘Newroz navê heqîqetê ye’
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad(TJA) Sebat Karul daxuyakirin ku Newroz navê aştiyê ye û mizginiya biharê ye û wiha vegot: “Mirov li dora agirê Newrozê tên gel hev û soza jiyanê didin. Em li dema derketina Newreozê binêrin, soza berxwedan û yekitiyê dide. Sembola Kawayên Hesinkar yên li dijî Dehaqên Zalim serî hildaye ye. Navê Mazlum Doganan ku li girtîgehê bi sê çopên kibrîtê xwe kir agir e. Em ji vir nêz dibin. Newroz Navê Zekiye, Rahşan, Ronahî û Berîvanan e. Navê heqîqetê ye. Ez bang li hemû gelan dikim ku li dora agir bibin yek û govendê bigerînin.”
‘Ji bo em hêza xwe nîşan bidin girînge’
Aktîvîsta Tevgera Jinên Sosyalîst (SKH) Pergîhan Ozgul jî daxuyakirin ku Newroz armanca berdewamkirina agirê ku Kawayan pêxistiye bidomîne dihewîne û wiha vegot: “Hewcedariya çînên bindest pê heye ku ligel hev têbikşin. Qelebalixbûna Newrozan jî ji ber vê yekê ye.Ji bo em hêza xwe nîşanê dijmin bidin divê em li Newrozan ligel hev bin. Îro li her qadê mafên me tên binpêkirin. Lê hîna me yekitiya şoreşgerî ava nekiriye. Divê em têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin.”
‘Newroz roja têkoşîn û berxwedanê ye’
Ji Komîsyona Jinan a Karker Kedkaran(ÎEKK) Îpek Bozkurt da zanîn ku Newroz roja têkoşîna li dijî zalim Dehaq û nûnerên wê yên îroyîne û wiha pê deçû: “Em jinên karker divê li qadan bin. Em di şertên giran de dixebitin. Jiyana me tune tê hesibandin. Em dibin qurbaniyên cînayetên jinan. AKP-MHP polîtîkayên dijminê jinê zêde dikin. Em bang lihmû jinan dikin ku Newrozê de cihê xwe bigirin.”
‘Divê jin serî hil bidin’
Ji Yenî Demokrat Kadin(YDK) Gulhanim Aslandogan daxuyakirin ku Newroz serhildana li dijî zalimane û wiha bi lêv kir: “Jin bi sedsalane bi tunidyê re, binpêkirinê, newekheviyê re tên rû hev. Ji ber vê divê jin serî hilbidin. Divê jin li dijî zîhniyeta ku wan tune dihesibîne li qadan be. Em wek YDK wÊ li qadan bin.”
Endama Komeleya Piştevaniya Mor Elîf Saç jî destnîşan kir ku ya ku wan dibe Nerozê parastina wekheviya gelan a Tirkiyeyê ye û got wek Piştevaniya Mor bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ wê di 22’ê Adarê de li Yenîkapir ya Stenbolê bin.










