Sozdar Avesta peyama Abdullah Ocalan xwend
- 15:30 21 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Rêveber a KCKê Sozdar Avesta di Newroza Qendîlê de derket ser dikê, despêkê Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan malbatên şehîdan û tevayî gelê Kurd pîrozkir. Piştre jî peyama Abdullah Ocalan ya bi zaravayê Kurmancî xwend.
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta di Newroza Qendilê de derket ser dikê, peyamek da. Sozdar Avesta di despêkê de li ser navê Tevgera Azadiyê cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û gelê Kurd pîroz kir û got: “Di kesayeta Şehîd Mazlum Dogan, Alî Heydar Kaytan, Riza Alutn û Zekiye Alkan de hemû şehîdên rêya azadiyê bibîrtînin û bejna xwe ji ber wan ditewînin. Cejna azadî û yekitiya demokratîk pîroz be.”
Di dewamê de Sozdar Avesta got: “Îro heyecana me di asta herî bilind de ye û em li benda peyama Rêber Apo bûn û gihişt destê me. Me xwest em bi hemû dost û enternasyonalîstan re parve bikîn. Ya dikeve li ser milên me jî pratîkirina peyama Rêber Apo ye û Newroza bê emê li gel Rêber Apo de pîroz bikin.” Piştre jî peyama Rêber Apo ya bi zaravayê Kurdmancî xwend û girseya gel jî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” pêşwazî li peyamê kirin.
Piştre jî Endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Serdar Star jî peyama Abdullah Ocalan Apo ya bi zaravayê Soranî xwend.









