Li Cizîrê bang li bi deh hezaran kirin: Gel Rêberê xwe dixwaze
- 10:28 22 Adar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Tevî barana dijwar ku ji şeva borî ve bandor li navçeya Cîzîr dike jî, Cejna Newrozê bi coş û beşdariya deh hezaran kesan hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi peyama "gel rêberê xwe dixwaze" hate pîrozkirin.
Li navçeya Cîzîr a Şirnexê, tevî barana zêde ya ku ji duh bi şev ve dibare, pîrozbahiya Newrozê bi coş dest pê kir. Qada pîrozbahiyê bi alên kesk, sor û zer ên bi nivîsa "Newroz pîroz be" û pankartên bi nivîsa "Newroza azadî yekîtiya demokratîk" hatibû xemilandin. Jin û ciwanên ku di saetên serê sibê de ber bi qadê ve herikîn, di bin baranê de govend gerandin. Dayikên Aştiyê di bin baranê de stranên gelêrî yên Kurdî gotin.
Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevseroka DBP'ê ya Cizîrê Aynur Elçioglu axivî û Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê Guler Tunç û Abdurrahim Durmuş siyasetmedara Kurd Berîvan Kutlu bi bîr anîn û Cejna Newrozê li gel pîroz kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh ji bo Newrozê ya Amedî şandibû xwend. Piştî xwendina peyamê, girseyê bi yek dengî dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir. Li ser navê Dayikên Aştiyê Şîrîn Demîr, Cejna Newrozê li girseyê pîroz kir.
Pîrozbahiyê bi govendê û stranên Kurdî yên ku ji hêla Dilovan Cizîrî ve hatin gotin, dewam kir.
'Bijî têkoşîna jinan'
Aktîvîsta TJA'yê Fatma Albay, wiha got: "Cîzîrê bedelên mezin da. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de bangek dîrokî kir. Divê dewlet guh bide vê bangê û gavên qanûnî bavêje. Ji îro û pê ve, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê pêvajoyê di nav gelê xwe de bi rê ve bibe. Rêberê Gelê Kurd dibêje ku pirsgirêka jinan ji pirsgirêkên civakî kûrtir e. Divê jin rêberiya civakê bikin. Jin di civakê de hedefa yekem a êrîşan in. Laşên jinan têne nîşandan. Felsefeya Jin Jiyan Azadî îro bûye gerdûnî. Bijî têkoşîna jinan!"
'Gel li benda gavên berbiçav e'
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, behsa dîroka berxwedana li Cîzîrê kir û got, "Cizîr dilê Kurdistanê ye. Tu astengî, tu şert û mercên hewayê yên xirab dê coşa Cîzîrê kêm neke. Cîzîr welatê qehremanan e. Ger Cîzîr biryarekê bide, kes nikare li pêşiya wê bisekine. Ji destpêka dîrokê ve wisa ye. Aliyekî Cîzîrê Bakur e, aliyê din Başûr e, hem Rojava ye û hem jî Rojhilat e." Ayşegul Dogan behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin kir û got, "Gel dibêje, 'Em niha li benda gavên berbiçav in, em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn.' Gel dixwaze rêberê wan azad be."
Dirûşmên 'Bijî Serok Apo'
Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hate pêxistin. Pîrozbahî bi strana "Newroza arî" ya ku ji hêla Aryen Oruç a 6 salî ve hate gotin, bi coştir bû. Piştre stranên bi soranî û hewramanî ji hêla hunermenda Rojhilat Dilniya ve hatin pêşkêşkirin. Pîrozbahî bi govendê û stranên Kurdî yên ku ji hêla hunermend Şahê Bedo û Îmad Rêkanî ve hatine pêşkêşkirin, bi dawî bû.







