Daxwaza edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîş didome

  • 19:24 27 Adar 2026
  • Rojane
ENQERE - Komîsyonên ji Rojîn Kabaîş re Edalet, di 18’emîn meha qetilkirina Rojîn Kabaîş de xwestin kujer bên dîtin, cezakirin û ji bo Rojîn Kabaîş edalet pêk were.
 
Komîsyonên ji Rojîn Kabaîş re Edalet, di 18’emîn meha kuştina Rojîn Kabaîş de li Cadeya Sakaryayê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endam û nûnerên komîsyonê û partî û saziyên demokratîk tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Rojin 18 meh in li benda edaletê ye, telefonê veke, DNAyê lêkolîn bike û kujeran bidarizine” dinivisî û dovîzên wêneyê Rojîn Kabaîş û daxwaza edaletê li ser dinivisî hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên, “Çi bi serê Rojîn de hat”, “Hesabê Rojîn dê bêpirsîn”, “Neparêze û bidarizîne” û “Rojîn Kabaîş îsyana me ye” berz kirin.
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Elçîn Kurdoglu ve hat xwendin. Elçîn Kurdoglu diyar kir ku 18 meh in lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û kujer nehatine cezakirin. Elçîn Kurdoglu anî ziman ku weke jin ew ê ji bo kujer bên cezakirin û bûyerên weke Rojîn Kabaîş neqewimin têkoşîna xwe bidomînin û daxwazên xwe wiha anî ziman:
 
“*Divê biryarên nepenîtiyê yên di dozê de tavilê werin rakirin da ku malbat û raya giştî bikaribin bigihîjin rastiyê.
 
*Divê nasnameya du zilamên ku DNAya wan li ser laşê Rojîn hatine dîtin werin aşkerakirin.
 
*Divê telefona Rojîn tavilê were vekirin.
 
*Divê hemû kes û saziyên ku ji ber derengketina 18 mehan a dozê, veşartina delîlan, dirêjkirina pêvajoyê û parastina sûcdaran berpirsiyar in, werin darizandin.
 
*Divê gefên li dijî malbatê werin lêkolînkirin û berpirsiyar werin darizandin.
 
*Divê malbata Rojîn bi tenê neyên hiştin; divê piştgiriya qanûnî û exlaqî ya pêwîst ji wan re were dayîn.
 
*Divê Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna li gorî xala 102 ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ya derbarê êrişa zayendî ya giran de, berfireh bike.
 
*Divê desteya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê raporek nû amade bike.
 
*Divê dewlet erkê xwe yê parastina mafê jiyanê yê jinan bi cih bîne.
 
*Divê delîlên winda bi awayekî zelal werin berhevkirin û aşkerakirin.
 
*Divê Saziya Tiba Edlî, DNAyê aşkera bike.”