Li Wan û Mêrsînê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê

  • 16:22 2 Nîsan 2026
  • Rojane
WAN/MÊRSÎN - Li Wanê, pîrozbahiyek ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve û li Mersînê jî pîrozbahiyek ji aliyê Meclîsa Dayikên Aştiyê ve hat lidarxistin, hem ji bo bîranîna rojbûna 77'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hem jî ji bo azadiya wî ya fîzîkî hat lidarxistin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasebeta 4'ê Nîsanê de li Wanê pîrozbahiyek ji bo rojbûna 77'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xist. Pîrozbahî li Hola Dawetê ya Beyaz Saray a li navçeya Reya Armûşê ya Wanê hat lidarxistin û endamên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdar bûn. Posterê Abdullah Ocalan û pankartek bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî" li holê hatin daliqandin.
 
Mêrsîn
 
Li Mêrsînê, Meclîsa Dayikên Aştiyê 77'emîn rojbûna Abdullah Ocalan bi merasîma birîna kekê pîroz kir. Gelek jin beşdarî pîrozbahiyê bûn ku li avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê hat lidarxistin. Hola ku pîrozbahî lê hat lidarxistin bi posterên Abdullah Ocalan û her wiha bi alên kesk, sor û zer hatibû xemilandin. Dayikan ji bo pîrozbahiyê pastayên ku li malê amade kiribûn anîn.