HRANA: Di rojekê de 24 welatiyan jiyana xwe ji dest dan

  • 11:01 29 Adar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA ragihand ku ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 24 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 88 welatî jî birîndar bûne.
 
Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê Îsraîl-Amerîkayê û Îranê ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.
 
HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de li ser 21 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 701 êriş hatin pêkanîn ku 29 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.
 
Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 24 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 88 welatî jî birîndar bûn. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser Esfehan, Tewrêz, Xorasanî Rezewî, Yezid, Zencan, Elbûrz û Tehran hatine pêkanîn.
 
Hêjayî gotinê ye ku li gorî bîlançoyên ne fermî, ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê heta duh ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar û 551 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku 236 jê zarokin.