Di şerê li Rojhilata Navîn de bi hezaran kes hatin kuştin
- 12:32 28 Adar 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji destpêka şerê li Rojhilata Navîn ve, bi hezaran sivîl û leşker li Îran, Lubnan, Başûrê Kurdistanê, Îsraîl, Xeza û welatên Kendavê hatine kuştin.
Ji destpêka şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîlê yê li dijî Îranê (28 Sibat 2026) ve bi hezaran kes li Rojhilata Navîn hatin kuştin. Di şer de baregehên DYA’yê, welatên Kendavê û Lubnan jî bûn hedefa êrişan.
Îran
Rêxistina mafên mirovan a HRANA’yê ku navenda wê li DYA'yê ye, duh ragihand ku ji destpêka şer ve hezar û 527 sivîl û 228 zarok jî di nav de, bi kêmanî 3 hezar û 389 kes hatine kuştin.
Federasyona Navneteweyî ya Rêxistinên Xaça Sor û Heyva Sor jî diyar kir ku di êrişên DYA û Îsraîlê de heya niha hezar û 900 sivîl hatine kuştin.
Lubnan
Hikumeta Lubnanê jî ragihand ku ji 2'yê Adara îsal ve 122 jê zarok, bi kêmanî hezar û 142 kes di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.
Iraq
Li gorî desthilata Iraqê, ji destpêka şer ve bi kêmanî 95 kes (sivîl, çekdarên Heşdî Şabiyê û leşkerên artêşa Iraqê) hatine kuştin.
Başûrê Kurdistanê
23'yê Adarê Wezareta Pêşmergeyan bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama 2 êrişên bi 6 mûşekên balîstîk ên Îranê yên li ser baregehên tabûrên 7 û 5 ên pêşmergeyan ên li sînorê navçeya Soran de, 6 pêşmerge şehîd bûne û zêdetirî 45 pêşmerge jî birîndar bûne.
Êvara 7'ê Adarê bi dronên bombebarkirî êrişî bajarê Hewlêrê hat kirin. Di encama êrişan de karmendekî asayîşa balafirgeha Hewlêrê jiyana xwe ji dest da û 3 karmend jî birîndar bûn.
Îsraîl
Servisa Ambulansê ya Îsraîlê jî daxuyand ku di êrişên bi mûşekên Îranê de 19 kes hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku 4 leşkerên wê li başûrê Lubnanê hatine kuştin û di 22'yê Adarê de jî leşkerên wê li nêzî sînorê Lubnanê bi şaşî cotkarek kuştiye.
Şerîaya Rojava
Li Şerîaya Rojava jî di encama ketina parçeyên mûşekên Îranê de 4 jinên filistînî hatin kuştin.
DYA
DYA'yê ragihand ku 6 leşkerên wê ji ber ketina helîkoptereke sotemeniyê li Iraqê û 7 jî di êrişên Îranê de hatine kuştin.
Îmarat
Li gorî Îmaratê jî, 2 jê leşker, 10 kes di êrişên Îranê de hatine kuştin.
Qeter
22'yê Adarê, helîkopterek dema mîsyona xwe pêk dianî, ket. Hate ragihandin ku di encamê de 4 leşkerên Qeterê û 3 leşkerên hêzên hevbeş ên Tirk hatine kuştin.
Kuweyt
Di êrişên Îranê yên li ser Kuweytê de 2 sivîl, 2 endamên Wezareta Karên Hundir û 2 leşkerên hêzên çekdar ên Kuweytê hatine kuştin.
Sûriye
28'ê Sibatê 4 kes ji ber ketina parçeyên mûşekekê li Siwêdayê hatin kuştin.
Oman
13'ê Adarê 2 kes di êrişa dronan de li herêma pîşesaziyê ya devera Sehar a Omanê hatin kuştin. Kesek din li beramberî peravên Mesqetê di êrişa li dijî tankerekê de hat kuştin.
Erebistana Siûdî
Li başûrê rojhilatê paytexta Erebistana Siûdî Riyadê 2 kes di encama ketina guleyeke topan de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Wezareta Parastinê ya Îmaratê di 2 êrişên Îranê de, yek jê peymankarekî sivîl, ji Mexribê 3 kes hatine kuştin.
Fransa
Fransayê ragihand ku dema leşkerên wê li Başûrê Kurdistanê perwerdeya li dijî terorê dida, bi dronan êrişî wan hat kirin. Di êrişê de leşkerekî fransî hat kuştin û 6 jî birîndar bûn.







