Şerê li dijî Îranê mehek li pey xwe hişt
- 11:08 28 Adar 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de di roja 29’an de didome. Cara ewil yekser li tesîsên nukleerî yên Îranê hate xistin.
Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de di roja 29’an de didome. Li rexekî DYA peyamên weke “Dibe ku vê hefteyê muzakere bên kirin” dide û li rexa din jî Îsraîlê cara ewil yekser tesîsên nukleerê yên Îranê hedef girt. Husiyên li Yemenê jî gefa tevlibûna şer xwarin.
Hat ragihandin ku hinek moşekên ji hêla Îranê ve hatin avêtin li asîmanê Tel Avîvê hatin dîtin û hinek jê li bajar ketine. Medyaya Îsraîlê jî got ku pergala parastina hewayî hemû moşekan nade sekinandin û li bajar kaos heye.
Li hêla din hate ragihandin ku hêzên Îsraîl-DYA’yê qada Santrala Nukleerê ya li bajarê Buşehr a Îranê hedef girt. Hat diyarkirin ku piştî van êrişan, li herêmê moşekên Tomahawkê hatin bikaranîn. Artêşa Îsraîlê gefa “Em ê êrişan berfireh bikin” xwar û Îranê jî hişyariya bersivdayînê kir.
Wezareta Karên Hundir a Bahreynê li ser hesabê xwe yê X’ê destnîşan kir ku di encama êrişên Îranê de li tesîsekê şewat derketiye û ev agir hatiye vemirandin. Ber bi serê sibehê ve sê caran li seranserî welat dengê sîrenê hat û bang li welatiyan hate kirin ku derbasî herêmên biewl bibin.
Berdevkê Muhafizên Neteweyî yê Quweytê Cedean Fadil, got ku di nava 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên welat 6 balafirên bêmirov xistine. Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî jî bi daxuyaniyekê got ku moşekeke balîstîk a paytext Riyad hedef digirt ji hêla pergala hewayî ve hatiye îmhakirin.
Wezareta Parastinê ya Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb jî diyar kir ku pergala parastina hewayî û balafirên şer, moşek û dronên ji hêla Îranê ve hatine avêtin bêbandor kirine. Hat destnîşankirin ku dengê teqînan ên li Abdu Dabî û Dubaiyê hatine bihîstin, di dema operasyona îmhakirina moşekan de çêbûne.
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku hêzên DYA-Îsraîlê şevê d in li noqteyên stratejîk ên li herêm navîn ên welat xistine. Di nav van cihan de Tesîsa Ava Giran a Hondabê, Navenda Bikaranîna Uranyumê ya Erdekanê û febrîqeyên polayê yên Huzistan û Mubarekeyê hene.
Artêşa Îsraîlê, piştrast kir ku li du navendên nukleerê hatiye xistin. Rayedarên Îranê jî gotin ku di tesîsan de tu radyosyon belav nebûye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî jî got: “Dê bedela vê ya ji bo Îsraîlê giran be. Ev êriş, li dijî ruhê muhleta Trump ji bo dîplomasiyê dabû ye.”
Serokê DYA’yê Donald Trump, diyar kir ku Îran dixwaze lihev bike û hinek êriş hatine taloqkirin lêbelê rêveberiya Tehranê ev îdia derewand û got “heta aştiyeke teqez çênebe” dê li ser maseyê ne rûnin.
Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio ku ji bo lûtkeya G7’ê li Parîsê ye, diyar kir ku ew piştgiriyê didin şirîkên xwe yên Îran hewl dide li Tengava Hurmuzê “xeracê” ji keştiyên wan bigire. Rubio, got: “Em ê vî karî di hefteyên pêş de bi dawî bikin û Îran dê ji her demê bêhtir zeîf bibe.”
Li seranserî Îran û Rojhilat di nava 24 saetan de 12 sivîlan ji ber êrişên hewayî jiyana xwe ji dest dan û 37 sivîl jî birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê di tevahiya şevê de noqteyên stratejîk hedef girt û li bajarên Rojhilat jî dengê teqînan hate bihîstin. Hat ragihandin ku balafirên Îsraîl û DYA’yê, baregehên leşkerî yên stratejîk ên li nêzî Kirmaşanê û rampayên moşekan hedef girtin. Dengê teqînên mezin li navenda bajar jî hatin bihîstin.
Komîteya Karên Derve ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), ragihand ku ji bo Kongreya Azadiya Îranê ya ku dihat payin di 28-29’ê Adarê de li Londonê were lidarxistin hatibûn vexwendin lê piştre ji lîsteya vexwendiyan hatine derxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêvajoya kongreyê bi awayekî zelal û demokratîk nehatiye birêvebirin.







