Parlamentera Başûrê Kurdistanê: Divê li dijî êrîşan yekitî bê xurtkirin
- 09:03 29 Adar 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Bella Ahmad balkişand ser girîngiya helwesta hevpar a li dijî êrîşên li hember Başurê Kurdistanê ya di şerê navbera DYA-Israîl û Îranê de pêk tê û got li dijî hewldana ku tê xwestin Kurdistanê bikin navenda pevçûnan divê yekitiyeke xurt hebe.
Êrîşên li DYA-Israîlê yên li hember Îran û Lubnanê didomin û yek ji aliyê ku pevçûn lê rû dide Başûrê Kurdistan û Iraq e. Di hefteya dawî de ji aliyê Îranê ve herî kêm ji 25’an zêdetir fuze û balafirên bê mirov Başurê Kurdistanê hedef girt. Di 24’ê Adarê de li hember yekîneyeke Peşmergeyan a xeta Soran-Xelîfan a Hewlêrê di êrîşan fuzeyê de 6 peşmergeyan jiyana xwe ji destdan, 45 jî birîndar bûn.
Îran ligel êrîşê leşkerî, qadên sivîl yên Başurê Kurdistanê hedef digire. Kampa li herêma Gîrdecal a li Hewlêrê ku malbatên peşmergeyên PDK-Î lê diman bi dronan hat bombebarankirin. Dîsa li herêma Surdaş a Silêmaniyê kampeke ku malbatên partiyên Rojhilat lê diman rastî êrîşên balafirên bê mirov hat. 26 partiyên siyasî û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Koalîsyoan Hêzên Siyasî ya Îranê, êrîşa fuzeyê ya hêzên peşmergeyan hedef girt şermezar kir. Siyasetmedarên Başûrê Iraqê jî bang li hikûmeta Iraqê kirin û destnîşan kir ku ji ku ji bo rawestandina êrîşên li hembe herêmê divê bikevin tevgerê.
Tespîtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aloziya navbera DYA-Îranê de nîşan dide ku ev êdî ji pevçûneke navbera du hêzan derketiye û berbi qada Başûrê Kurdistanê ve û herêmê ve diçe. Tê tespîtkirin ku ev pêvajo raste rast aktorên herêmê hedef digire û Kurdistan her diçe dibe ‘qada hesabdayînê.’ Li gorî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirêjbûna şerekî ya wisa ku heta Iraqê dirêj bûye ne tesadufe, berovajî vê parçeyeke pêvajoya avakirina hevsengiya hêzên herêmiye; lê di vê hevsengiyê de bicihkirina Kurdan a di blokên leşkerî de rîskên cidî dihewîne. Ji ber vê jî tê israrkirin ku li şûna Kurd bibin parçeyeke stratejiya şerê hêzê herêmî an jî ya global divê nav xwe deyekitiya xwe xurt bikin.
Endama parlamenterên jin ya Parlametoya Başurê Kurdistanê, ji Civaka Bordî Zhînanî Azad û endama Yekitiya Parlamenterên Hewlêrê, Bella Ahamd der barê êrîşên Îranê yên li hember Başurê Kurdistanê nirxandin kir.
‘Ya em pê re hatine rû hev nîşaneya xetereyê ye’
Bella Ahmad da zanîn ku di vî şerî de hedefgirtina Başurê Kurdistan û Iraqê mijareke xemgîniyê û xesas e û wiha got: “Di encama êrîşên balafirên bê mirovan de şehîdbûna pêşmergeyan, di bedena netewî de birînek kûr e û nîşaneya xetereya ku herêm Kurdistanê pê re rû bi rû ye. Di encama êrîşên balafirên bê mirovan de şehîdbûna zarokên axa Kurdistanê ne tenê windahiya cane, heman demê de rupelek nû ya dîrokî ya berxwedana gelê me ye. Pêşmerger her tim bûne sembola parastina jiyan û rûmeta mirovahiyê; ne tenê ji bo Kurdan ji bo aramiya herêmê jî.”
‘Binpêkirina serdestiyê ye’
Bella Ahmad di berdewamiyê de daxuyakirin ku êrîşa hatiye kirin binpêkirina serdestiyê ye û wiha dirêjî dayê: “Ev êrîş binpêkirineke aşkera a serdestiya axa Kurdistan û Iraqê ye. Divê di asta navneteweyî de bi awayekî cidî bê dest girtin. Em dê, bav, zarok û hevjînên kesên ji bo parastina axa xwe şehîd bûne silav dikin. Ez ji bo malbatan aramiyê, ji welat ewlehiyê dixwazim.Bîranîna wan wê dilê me de her tim zindî be.”
‘Aştiyeke mayînde bi diyalogê pêkane’
Bella Ahmad destnîşan kir ku helwestên hepar yên li dijî van êrîş û binpêkirinan bên girtin hene û wiha domand: “Ji bo parastina axê; divê axa Kurdfistanê nebe qada hesabpisîna pevçûnên herêmî û navneteweyî. Divê li dijî serdestiya herêmê û Iraqê rêzdarî bê nîşandan. Dîplomasî wê bi fêde be. Aştiyeke mayînde bi diyalogê pêkane. Pêkanîna yekitiya di nava Başurê Kurdistan û Iraqê de girÎnge. Divê eniya hundir bê xurtkirin û aktorên siyasî bibin xwedî helwesta hevpar. Ev helweta hepvar wê li dijî zextên derve ya îstîskrara herêmê hedef digire bibe mertalê herî xurt. Parastina destkeftiyan girînge. Divê daxwaza aştî û pêşvebirinê ya gelê Kurd esas bê girtin.”







