Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
- 17:35 8 Nîsan 2026
- Rojane
ENQERE - Li navçeya Keçîoren a Enqereyê Huseyîn Duran jina bi navê Şahsenem Zoroglu qetil kir.
Li navçeya Keçîoren a Enqereyê Huseyîn Duran jina bi navê Şahsenem Zoroglu bi çekê qetil kir.Gumanbar piştre jî xwe kuşt. Piştî agahî hat dayîn ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.
Di lêkolîna ewil de hat diyarkirin ku Şahsenem Zoroglu jiyana xwe ji dest daye.
Hat hînbûn ku piştî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.







