Li Wanê li dijî girtîgehan bertek:Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

  • 20:05 10 Nîsan 2026
  • Rojane
WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê derbarê girtîgehên mîna bîran de daxuyaniyek da û diyar kir ku di girtîgehan de jiyan di xetereyê de ye.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Hunerê ya Wanê têkildarî girtîgehên mîna bîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîd sûcekî mafê mirovahiyê ye. Bila girtîgehên mîna çalan bên girtin” hat vekirin. Daxuyanî bi beşdarbûna Dayikên Aşti, MEBYA-DER, THÎV, Odeya Tabipan û gelek endamên saziyên sivil û partiyên siyasî  pêk hat. Nûnerê TÎHVê yê Wanê Huseyin Yavîç daxuyanî xwend.
 
Huseyîn Yaviç anî ziman ku Li Tirkiyeyê pratîkên pergala cezayê infazê dibin sedema binpêkirina mafê tenduristiyê û got: “Zindan ne tenê cihên mahrûmkirina azadiyê ne, ew bûne cihên ku binpêkirinên mafên mirovan bi awayekî sistematîk tên jiyandin. Li zindanan gihîştina mafên bingehîn tê asteng kirin. Şert û mercên giran bûne pratîkek sistematîk. Yek ji modelên zindanên nû yên li Tirkiyeyê, Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê ku tê de Rojhat Babat dihat ragirtin. Hat ragihandin ku Babat di demên cuda de du caran hewldana xwe kuştinê kiriye û di 1ê Nîsanê 2026an de li nexweşxaneya bajêr a Kayseriyê jiyana xwe bi dawî kiriye. Hat gotin ku malbata wî di dema hewldana  xwe kuştinê û şandina wî bo nexweşxaneyê de nehatiye agahdar kirin; cenazeyê wî jî bê agahî şandin bajarê Wanê û daxwaza otopsiya duyemîn nehatiye qebûl kirin.”
 
‘Nahêlin girtî dengê xwe derxînin’
 
Huseyîn Yavîç da zanîn ku di encama grevên dirêj de, kêmbûna kîloyê, windabûna hevsengiyê û xetera enfeksiyonê zêde bûne û rewşa tenduristiyê gihîştiye asta xeternak û wiha dirêjî da axavtina xwe: “Greva birçîbûnê awaya herî dawî ya protestoyê ye ku girtiyên ji bo bihîstinê dengê xwe bikar tînin. Nehêlina ku ev rewş were dîtin, dibe sedema pirsgirêkên ku nayên vegerandin û windabûna jiyanê”
 
Huseyîn Yavîç di dawiyê de bilêv kir ku qanûn û peymanên navneteweyî eşkere dibêjin, dewlet mecbûr e ku alîkariya tibbî ya pêwîst pêşkêş bike û tenduristiya wan girtiyan biparêze.
 
Daxuyani bi berzkirina dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta meye” dawî bû.