Jineolojî û tenduristî

  • 11:16 11 Nîsan 2026
  • Ji Pênûsa Jinan
" Yekemîn şopên dûrxistina jinan ji pîşeyê bijîşkiyê di vegotinên mîtolojîk de derdikevin pêşberî me. Xwedawendên şîfayê tenê wekî jin û alîkarên xwedayên şîfayê dihatin hesibandin. Veguherîna gav bi gav a navendên şîfayê jî ji aliyê şamanan ve dest pê kiriye û paşê kahîn, pêxember û kesên pîroz bûne xwediyên zanîna bijîşkî..."
 
Mulkiye Bîrtane
 
Tenduristî yek ji mijarên herî bingehîn ên jineolojiyê ye. Her çend wek têgiheke bi nexweşiyê ve girêdayî bê zanîn jî di heman demê de bi rehetiya laşî ya mirov, ahenga bi jîngeha wî/wê re û qelîteya jiyanê ve jî girêdayî ye. Di her serdemê de tenduristî û nexweşî her gav ji bo mirovahiyê bûye mijareke sereke. Bêyî pirsgirêkek fîzîkî, pirsgirêkên derûniya mirovan jî dikarin bibin sedema êş, azar û nexweşiyan. Şer, xizanî, tundûtûjî, hêrs, stres û şert û mercên hawirdorê bandorek neyînî li tenduristiya kes û civakê dikin. Ji bo çareserkirina van jî, divê mirov bi xwezayê re di nav têkiliyeke baş de bin. Wê demê cîhanek bê pirsgirêk, dê tendurist û saxlemtir be. Mixabin, di şert û mercên îroyîn de xetereyên mezin hene û girîng e ku mirov bikaribin xwe ji rewşên ku tenduristiyê tehdît dikin biparêzin. 
 
Di civakên herî kevin de mirovan ji bo ku baş bibin berê xwe dane şîfakaran. Baweriya xwe bi wan anîne û li gorî gotina wan tevgeriyane. Gelek lêkolînan nîşan daye ku jin şîfakar an jî bijîşkên pêşîn ên cîhanê bûn. Lê belê, wekî di her warî de jin çawa ji qadên jiyanê yên din hatibûn dûrxistin, di lênêrîna tenduristiyê de jî ew hemû zanîna wan tune hatin hesibandin. 
 
Mirov dikare pir bi zelalî bibêje ku zanîna jinan a di warê tenduristiyê de bi jidayikbûn û mezinkirina zarokan dest pê dike heta roja mirinê didome. Dayikek dema ku pitika wê digirî, fêm dike ku ji bo çi ye. Ew dizane çi cure xwarinan bide wê û çawa wê ji nexweşî û xetereyên derveyî biparêze. Ev jî dibe sedema ku ew bibin xwedî tecrûbeyeke jiyanî. 
 
Şiyana jinan ji bo fêmkirina laşên xwe û her wiha laşên zarokên xwe, şahrezayiya wan di warê tenduristiyê de nîşan dide. Di bijîşkiya nûjen de, warên wekî nexweşiyên jin û zarokan (jinekolojî-pedîatrî), dermankirina şewatan bi giyayên xwezayî (dermatolojî) û dermankirina şikestin û jihevketinên hestiyan (ortopedî) hemû ezmûnên pêşîn ên jinan bûn. Her wiha derman, merhem û buxur ên ku ji nebatan bi destê jinan hatine çêkirin, bingeha dermansaziyê pêk tînin. 
 
Wekî din, sembola bijîşkiya nûjen a ku darekê bi marê ve girêdayî nîşan dide jî ji çanda Xwedawenda dayikê tê. Şopên herî kevin ên bi mar ve girêdayî ne, di peykerên Xwedawenda Înanna de tên dîtin. Maran ji demên kevnar ve temsîla nûjenbûn, şîfabûn, şahrezayî û nemiriyê kiriye. Bikaranîna Şahmaran ku bi serê jinekê û laşê marekê ye, wekî deq jî ji bo şîfa û parastina ji xerabiyê tê kirin. Li gorî baweriyeke din jî, tê gotin ku ew jehreke maran heye ku kes û tiştên xerab dikuje û yekî din jî wek derman ji bo kesên qenc şîfayê dide. Ev jî di bijîşkiya îro de wek jehr û antîjehr (antidot) tê  bikaranîn.
 
Her wiha di bijîşkiya kevin de ‘dest’ jî sembolek e. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn, gelek şîfakarên jin dibêjin, "Ev ne destê min e, ev destê Dayika Fatîme ye, bila şîfayê bîne." Dîsa di peykeran de nîşandana kefa destên Xwedawend Înanna, Meryema Qîz (dayika Îsa Mesîh) û Xwedawend Gula jî sembola şîfa û tenduristiyê ye. Gula di serdema Sumeran de xwedawenda şîfayê bû. Heman sembol di hin wêneyên Şahmaran de jî heye, ku wekî şîfakarekê efsanewî tê hesibandin. 
 
Xwedawendên ku sembola zayîn û bereketê ne, pir caran berpirsyariya zayînên saxlem jî digirin ser xwe. Di gelek çîrokên mîtolojîk de xwedawend di dema zayînê de alîkariya jinan dikin. Di zerdeştiyê de du milyaketên jin hene. Ameretat nemiriyê temsîl dike û sembola wê nebat, an dar e. Haurvatat sembola jiyana saxlem e û sembola wê av e. Ev hemû nîşan didin ku şîfakarî pîşeyeke kevnar e û di wir de jin li pêş in…
 
Ger yekemîn şîfakarên jin bûn, ev zanîna bijîşkî çawa ji wan û civakê hatiye wergirtin û radestî mêrên desthilatdar hatiye kirin? 
 
Zanîna bijîşkî bi piranî bi bawerî û nêzîkatiyên felsefî re bi pêş ketiye. Her çend jinan nebatên ji bo dermankirinê di civakên çandiniyê de bêhtir bi kar anîne, ezmûn, reçete û dermanên wan heta roja îro mane jî, serdestiya mêran bûye sedema ku ramanên wan wekî netemam, biçûk û bêqîmet werin dîtin. 
 
Çavkaniyên nivîskî yên herî kevin di warê bijîşkiyê de di tabletên sumer, akad û asûriyan de û her wiha di nivîsên ji hîtît û misriyan de tên dîtin. Di van tablêtan de tenê behsa şîfakarên mêr dikin. Yekemîn şopên dûrxistina jinan ji pîşeyê bijîşkiyê di vegotinên mîtolojîk de derdikevin pêşberî me. Xwedawendên şîfayê tenê wekî jin û alîkarên xwedayên şîfayê dihatin hesibandin. Veguherîna gav bi gav a navendên şîfayê jî ji aliyê şamanan ve dest pê kiriye û paşê kahîn, pêxember û kesên pîroz bûne xwediyên zanîna bijîşkî. Di wan deman de êdî dermankirin veguhastiye sêrbaziyê û hinekan li şûna ku bi rastî nexweşan derman bikin, ew ji bo qezencê xapandine û hêviyeke derewîn dane wan. Gava ku nexweş baş nebûne jî, dîsa şîfa ji dermanên jinan wergirtine. Lê belê, hişmendiya mêrê serdest, ji ber çavnebariyê, ev şiyanên jinan bi sêrbaziyê tawanbar kirine û heta Serdema Navîn jî bi vê nêzîkatiyê şîfakarên jin bi sêrbaziyê hatine tawanbarkirin û cezakirin. Bi vî awayî, têkiliya di navbera bijîşkî û exlaqê de jî ji demên kevnar ve hatiye teqezkirin. 
 
Dema ku em dîroka bijîşkiyê ya li Kurdistanê jî dikolin, her gund, malbat, eşîr û kesên ku di hin nexweşiyan de xwe wek pispor hesibandine, dibînin. Her malbateke eşîrî di qadeke taybet de pisporî û otorîteya xwe bi civakê daye qebûlkirin. Li vir zanist û hêz bi hev re bûne hevwate. Zanîna bijîşkî di destê van malbatan de bûye çavkaniya qezencê. Mixabin, îro jî qada tenduristî û pîşeyê bijîşkiyê pir caran ji aliyê hin kesan ve tên îstismarkirin. 
 
Di dîrokê de, veguhastina zanînê bi piranî bi rêya nivîsandinê bûye û bi giranî jî ji hêla mêran ve hatiye kirin. Zanîn û ezmûna jinan wekî ‘zanist’ nehatiye dîtin. Çawa ku xwediyê dewletê mêr bûn, (îro jî ew in) her tiştê di warê zanîn û zanistê de jî wekî yên wan dihatin hesibandin. Jin bi zanebûnî ji perwerdehiya bijîşkî hatin dûrxistin û peyva ‘bijîşk’ tenê ji bo mêran hat bikaranîn. Lê belê, dîsa jî jinan di şifakarî û pîşeyê pîriktiyê de demeke dirêj cihê xwe yê girîng parast.
 
Îro, hemû pêşketinên di warê bijîşkî de tenê li gorî pîvanên ku ji hêla dewlet û rayedaran ve hatine danîn, tên kirin. Li ser vî esasî, jin dizanin ku wekî di her warî de, di tenduristiyê de jî xilasbûna ji helwestên zayendperest pirsgirêka herî lezgîn e û ji bo wê ew têkoşîna xwe didomînin û careke din xwe bigihînin pîşeyê xwe yê destpêkê. 
 
Ronîkirin û aşkerekirina rola jinan di dîroka bijîşkiyê de tenê bi lêkolînên jineolojiyê dikare wateya xwe ya rastîn bibîne.
 
*Çavkanî: Rojnameya Azadiya Welat