Malbata Gulistan Dokû: Tuncay Sonel bila bê darizandin
- 10:00 16 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM - Xwişka Gulistan Dokû, Şîlan Dokû destnîşan kir ku piştî 6 salan di dosyeyê de pêşketina ku çêbûye gelekî girîng e û ji bo piştevaniyê bang li jinan kir. Şîlan Dokû, her wiha xwest ku waliyê wê demê Tuncay Sonel jî bê darizandin.
Di çarçoveya lêpirsîna windabûna Gulistan Dokû ya xwendekara pola 2’yem a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê ya 5’ê Çileya 2020’î li Dêrsimê winda bûbû de, 13’ê Nîsanê 13 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin îfadeyên wan hîn berdewam dike. Her wiha malbata Gulistan Dokû jî li ber edliyeyê bendewariya wan didome. Daxwaza malbatê ya herî mezin ew e ku waliyê wê demê Tuncay Sonel bê darizandin.
Xwişka Gulistan Dokû, Şîlan Dokû axivî û bangawazî kir.
Şîlan Dokû anî ziman ku niha 13 kes di bin çavan de ne û got ku îfadeyên wan hîn tên girtin û domand, “Niha 13 kes di hundir de ne, lê yên ku divê di hundir de bûna li derve ne. Tuncay Sonel hîn jî li derve ye. Em dixwazin demildest ev kes bê girtin û îfadeya wî bê girtin. Niha di hundir de çend kes hene, lê serê çeteyê hîn jî li derve ye.”
‘Ger bigotana dibe ku Gulistan sax bûya’
Şîlan Dokû da xuyakirin ku piştî 6 salan di dosyayê de pêşketinek baş çêbûye û wiha pê de çû, “Lê Tuncay hîn li derve ye. Destên xwe dihejîne û digere. Divê ew kes ne li derve be. Ji ber vê yekê divê ew niha li hundir be, lê ew hîn jî li ser erka xwe ye. Wî hemû desthilatên dewletê bi awayekî nebaş bi kar aniye. Ji roja yekem ve ku malbata min hat vir, wan ew dorpêç kirin. Wan hemû delîl, kamera, karta bîrê û her tişt veşartine. Dema ku malbata min di 5’ê Çileyê de gihîşt vir, wan ji malbata min re Gulistanê wekî întîxar kiriye, dane nîşandan û heta demjimêrê jî gotine. Hingê belkî Gulistanê hîn sax bûya. Me erebe dît. Ew çend caran li ser pirê çûye û hatiye. Ji ber vê yekê, dibe ku Gulistanê wê demê sax bûya.”
Bangewazî ya ji bo jinan
Şîlan Dokû diyar kir ku bi destên wan kesan hemû delîl hatine windakirin û tunekirin û wiha axivî, “Walî ji bo kurê xwe biparêze hemû delîl winda kir. Lê belê ew ê nikaribin biparêzin. Em wek malbat dev ji vê dozê bernadin. Heta ku hestiyên xwişka min nedin me em ê ji vir neçin. Her wiha ez ji bo piştevaniya hemû jinan jî spas dikim. Ew her tim li cem me bûn. Bila êdî jin nemirin. Bila kuştina jin û zarokan wek întîxar neyê nîşandan. Bila dest dirêjî jin û zarokan nekin. Îro bi saya jinan pêşketinek wiha çêbû û em heta vê rojê hatin. Jinan tu carî me bi tenê nehişt. Em naxwazin ku ji vê şûnde jî me bi tenê bihêlin. Bila li cem me bin.”







