Ji TJA'yê ji bo meşa Gemlîkê bang
- 10:16 16 Nîsan 2026
- Rojane
AMED - TJA'yê ya dê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşe, di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di vê serdema ku em herî zêde hewceyê aştiyê ne, werin em hêviyê mezin bikin û azadiyê bi hev re bihunînin. Werin em bi hemû reng, gotin û têkoşîna xwe li Gemlîkê bimeşin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) ev daxuyanî li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal derbarê meşa ku ew ê di 19'ê Nîsanê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve dest pê bikin de da.
Dewamiya daxuyaniyê wiha ye:
"Ruhê demê, deriyên azadiya jinê û aştiya civakî vedike. Em bi dirûşma “Dema jinê, dema azadiyê ye”derketin rê; li dijî pergala mêrserwer a ku ked, beden û jiyanê tune dihesibîne, em rûyê xwe careke din didin aştiyê. Ji ber ku aştî; ne tenê bidawîkirina şer e, her wiha avakirina jiyaneke wekhev, azad û demokratîk e ku azadiya jinan esas digire.
Îro em dizanin ku; derbasbûna qeyran û şerên li Rojhilata Navîn, vekirina rêyên çareseriya demokratîk, bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo kesekî ye; ji bo hêviya aştiyê ya gelan û avakirina civaka demokratîk asteke jiyanî ye.
Wekî jin, em bi tecrûbeya xwe ya dîrokî dibêjin: Aştiya ku azadiya jinê esas negire, ne mayînde ye.
Ji ber vê yekê têkoşîna me; ji bo civakeke demokratîk e ku tê de hemû nasname, bawerî û çand tên naskirin û jin tê de ozne -bîrkar in.
Li vê erdnîgariya ku êşên mezin lê hatine jiyîn; niha dema dewrgirtina mîrasa berxwedanê û civakîkirina aştiyê ye. Werin em li dijî wêraniya şer jiyanê, li dijî zextê azadiyê û heqîqetê bi hev re biparêzin.
Ji vir bangewaziya me ji bo hemû saziyên jinan ên li Tirkiyeyê, femînîstan û tevgerên jinan re ye:Ev têkoşîn ne tenê ya beşekê ye; têkoşîna hevpar a hemû jinên ku alîgirên jiyaneke wekhev û azad in. Bi cudahiyên xwe ve em mil bidin milên hev, gotina xwe bikin yek û bi berxwedaneke hevpar, em dikarin aştiyê bi hev re ava bikin.
Ji bo bilindkirina dengê aştiyê li dijî şer û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya azadiyê; Em bang li hemû jinan dikin ku di 19'ê Nîsanê de di meşa ber bi Gemlîkê de em bi hev re bimeşin.
Werin, em di vê hevdîtina dîrokî de milê xwe bidin milê hev. Di vê serdemê de ku herî zêde pêdiviya me bi aştiyê heyî, em hêviyê mezin bikin û azadiyê bi hev re bihûnînin.
Bi hemû rengên xwe, bi gotin û têkoşîna xwe, em li Gemlîkê werin ba hev.
Ji Bo Aştî û Azadiyê, Em bibin yek!"







