Konferansa Jinan a Rêveberiyên Cihkî: Em ji bo avakirinê dixebitin
- 11:58 18 Nîsan 2026
- Rojane
WAN - Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Cihkî ya Demokratîk Canan Kebenç Ozkan, di konferansa Jinan a Rêveberiyên cihkî de axivî û got, "Ev sîstem ku bêcezatiyê ji bo kujeran garantî dike, sedema herî mezin a hilweşîna civakî ye. Em berpirsiyar in ku ji bo demokratîkbûna civakê hewldanek mezin a avakirinê bikin."
Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Konferansa Jinan bi dirûşma "Bi Îradeya Jinan re Têkilî Daynin, Bi Rêveberiyên Cihki re Civakek Azad Ava Bikin" li dar dixe. Konferansa ku li Navenda Çandê ya Berîvanê tê lidarxistin, gelek jinen ku di nav de hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyên Wan û Colemêrgê jî hebûnbeşdar bûn.
Pankartek bi porê jinan û dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" li hola konferansê hate daliqandin û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" gelek caran hate berzkirin.
Konferanse bi kêliyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Cihkî ya Demokratîk Canan Kebenç Ozkan piştî hilbijartina dîwanê axivî û diyar kir ku şerê taybet li Kurdistanê her ku diçe kûrtir dibe, jin, civak û ekolojiyê jî wêran dike.
Canan Kebenç Ozkan bal kişand ser êrîşên li dibistanan û wiha domand: "Ev sîstem ku bêcezatiya kujeran garantî dike, sedema herî mezin a hilweşîna civakî ye. Jin ji hêla parêzvan, leşker û waliyên sîstemê ve têne kuştin û windakirin. Wekî ku me di kuştina Rojin Kabaiş, Îpek Er û Narin Güran de dît, sîstem kujeran diparêze. Ger di van dozan de pêşveçûnek çêbibe, ew encama têkoşîna jinan e.
Em ê bi hev re li dijî kujerê bi zanebûn sîstemek rizgariya jinan ava bikin. Ev yek berpirsiyariya parastin û azadkirina jiyanê tîne ser milê me. Ji van berpirsiyariyan a herî mezin dikeve ser milê rêveberiyên cihkî. Ev rêwîtî ku bi sê hevalên jin ên li Hilvanê dest pê kir, îro bi sîstema hevserokatiyê berdewam dike. Divê em hemû bixebitin da ku hêjayî van hewldan û nirxan bin."
'Dive em siyaseta çareseriyê biafrînin'
Canan Kebenç Ozkan behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got, "Em berpirsiyar in ku ji bo demokratîkkirina civakê hewldanek mezin a avakirinê bikin. 'Civak bêyî ku jin azad bin azad nabe.' Afirandin û bicîhanîna polîtîkayên pratîkî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û civakê berpirsiyariya me ya herî mezin e. Îro, dema ku em li ser avakirinê nîqaş dikin, em ê nexşerêya xwe ya ji bo pêşerojê destnîşan bikin. Em hêvî dikin ku konferansa me ji bo gelê Kurd, bi taybetî ji bo Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, azadiyê bîne."
Piştî axaftina vekirinê, konferans ji çapemeniyê re girtî hat berdwamkirin.







