ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2026'AN

  • 09:00 22 Nîsan 2026
  • Rojev
 
*Li Manîsayê xwendekarek jin ku li mêvanxaneyê dima nasnameya wê ya Kurd hedef hat girtin û bi zext û gotinên nîjadperest re hat rû hev. Xwendekarê serî li şaredariya navçeyê da û cigirê şaredar bersiva ‘carek din pirsgirêk bê jiyîn her du alî jî wê ji wargejê bên derxistin’ da.
 
*Jinan diyar kirin ku qetilkirina Gulistan Doku bi destê dewletê hatiye veşartin û gotin ji bo mirinên bi guman ên jinan derkevin holê wê têkoşîna xwe bidomînin. DÎMEN HEYE 
 
*Civaknas û felsefevan Çîgdem Şîmşek der barê êrîşên li hember dibistanên li Sêwereg û Mereşê  de axivî û da zanîn ku sedemên bingehîn yên vê tundiyê modela "welatiyên meqbûl" e.
 
*Ji Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Eylem Karaduman der barê projeya JES’ê ya li Gimdimê ku wê bandor li ser 16 gund, 6 çavkaniyên avê yên Çemê Murat xwedî dike û 9 cureyên nebatê yên endemîk bike de axivî û got: “Kî vê dewlemendiya xwezayî tune dike? Yên çavbirçî! Polîtîkayên şer yên bi salane didome bi ekolojiyê ji nûve zindî bû." BI DÎMEN 
 
*Piştî ku dosya Gulîstan Doku ji nû ve vebû, polîtîkaya bêcezahitşinê û mirinên bi guman yên jinan dîsa hatin rojevê. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk der barê mirina bi guman a Gulîstan Doku û Rojwelat Kizmaz de axivî û got: “Lêpirsînek bi bandor nehat meşandin. Divê berpirsyariya cemawerî bê lêkolînkirin. Ji bo rastî derkevin holê divê lêpirsînek serbixwe û zelal bê meşandin.” BI DÎMEN 
 
*Jinên di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Gemlîkê hatin gel hev, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin. BI DÎMEN