Li Wanê peyama 1'ê Gulanê: Ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîn

  • 15:15 1 Gulan 2026
  • Rojane
WAN - Li Wanê bi dirûşma “Em ji bo ked, edalet, wekhevî, aştî û demokrasiyê li qadan e” mîtînga 1'ê Gulanê hat lidarxistin û banga têkoşîna hevpar hat kirin. 
 
Li Wanê jî bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê, bi dirûşma “Em ji bo ked, edalet, wekhevî, aştî û demokrasiyê li qadan e” li qada bajar mitîng tê lidarxistin. Girse, ewilî li ber Nexweşxaneya Hayatê kom bû û li vir heta Qada Bajêr a li navçeya Rêya Armûşê ku mitîng lê tê lidarxistin, meşiyan. 
 
Di meşê de tevî komeleyên rojnamegeran ên DFG û MKG'ê sendîka û partiyên siyasî jî bi kortejên xwe cih girtin. Tevî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz, bi hezaran karker, kedkar û welatî jî tev li meşa 1'ê Gulanê bûn.
 
Di meşê de hemû sendîka û sazî bi pankartên xwe yên li ser “Bijî 1'ê Gulanê” dinivîsî cih girtin û dirûşmên “Ji Nazim heta Cîhan Çapemeniya Azad li vir e”, “Bijî 1 Gulanê”, “Bijî berxwedana karkeran” û hwd. berz kirin. Her wiha ciwanên Komeleya Xwendekarên Komun a Zanîngeha Yuzuncu Yilê (KODER) jî pankarta “Îro çerxa şoreşê bi komînan dimeşe, bijî 1'ê Gulanê” vekirin û meşiyan.
 
Piştî meşê, li Qada Bajêr mîtîngek hate lidarxistin û li wir ji bo karkerên ku di têkoşîna kedê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û sirûda "Çerxa şoreşê" hate xwendin. 
 
Piştî vê yekê, Elîf Gemîcîoglu li ser navê 223 karkerên ku ji hêla qeyûmê ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye tayînkirin hatine avêtin axivî û got: "Îro cejnek tal e; em bi neheqî û neqanûnî ji karên xwe hatin avêtin. Me kolan paqij kirin, me park xemilandin, lê wan em ji debara me bêpar hiştin. Xezeba zarokên me nexin serê me. Me barê bajêr hilgirt ser xwe. Bi telefonekê bi keda me re lîstin. Ev nîşan dide ku tu karker ne ewle ye. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Em mafên kesên din naxwazin, lê ji bo keda xwe dixwazin."
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogllari di mîtîngê de axivî û got: "Em jin di her aliyê jiyanê de kedkar in. Li dijî paşguhkirina keda jinên ku di her warî de têdikoşin. Em li malê kedkar in. Em dema ku bi zarokan re mijûl dibin kedkar in. Em dema ku keda hestyarî didin kedkar in. Em dema ku li kargeh û zeviyan dixebitin kedkar in. Mixabin, em ew jin in ku keda wan herî zêde tê îstismarkirin û paşguhkirin. Divê keda nedîtî ya jinan dengê xwe bêtir bilind bike, divê dengê xwe bêtir rêxistin bike. Di encama polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê de, ciwan û jin ji bo karanîna madeyên hişber û çalakiyên çeteyan ên ku wan hedef digirin, bedela herî zêde didin. Me Rojîn li vir bi hovane winda kir. Rojîn bi xewnên mezin hat ba min. Ew ê dibistanê biqedîne û bikeve nav hêza kar. Wan xewnên Rojînê necih hiştin. Dema ku em li ser Rojînê diaxivîn, banga îstifaya rektor ji nav we rabû. Erê, heke ev mesele jî bigihêje rektor, wê hingê divê ev mesele heta dawiyê were lêkolîn kirin."
 
Tulay Hatimogulları, wiha bal kişand ser pevajoyê: "Zêdetirî salek û nîv e, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji banga Birêz Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê ve berdewam dike. Her çend di vê pêvajoyê de hin astengî hebin jî, em her tiştî dikin da ku wan derbas bikin. Divê bi zelalî were fêmkirin ku çemê aştiyê dê biherike. Hûn çi kevirî di çemê herikbar de bavêjin jî, av dê wê derbas bike. Û heke kesek hewl bide ku astengiyan li pêşiya vê pêvajoyê deyne, bila ew bizanibe ku hêza gel dê wan astengiyan ji holê rake û em ê bê guman vê yekê derbas bikin. 
 
Em ê navê vê pergalê biguherînin. Em ê bi rêxistinbûnê bi ser bikevin. Bijî 1'ê Gulanê! Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî! Bijî yek Gulan”
 
Mîtîng piştî hunermend derketin ser dikê û stranên xwe gotin bi dawî bû.