DÎSK'ê bi awayê sembolîk çeleng danî Qada Taksîmê
- 09:46 1 Gulan 2026
- Ked/Aborî
STENBOL - DîSK'ê bi awayekî sembolîk çeleng li Qada Taksîmê bi boneya 1'ê Gulanê, Roja Ked û Hevgirtinê danî.
Bi boneya 1'ê Gulanê, Roja Ked û Hevgirtinê, Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger (DÎSK) bi awayekî sembolîk çeleng li Qada Taksîmê ya li Beyoglu ya Stenbolê danî. Hejmareke sînorkirî ji rêveberên DÎSK û Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoğlu beşdarî çalakiyê bûn.
Piştî danîna çeleng a bi nivîsa "1'ê Gulanê" hate danîn, girse ji qadê belav bû.








