Li gelek bajaran serdanên goristanan hatin kirin
- 17:43 26 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi munasebeta Cejna Qurbanê serdanên goristanan hatin kirin, dua hatin xwendin û soza xwedîderketina li têkoşîna wan hat dayîn.
Bi munasebeta Cejna Qurbanê li gelek bajaran serdanên goristanan hatin kirin. Welatiyan gorên kesên ku di demên cuda de di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û yên xizmên xwe yên wefat kirine ziyaret kirin.
Riha
Komeleya Alîkarî û Pişgiriya bi Malbatên ku Xizmên xwe di Dergûşa Şaristanî de Windakirine re (MEBYA-DER) a Şaxa Rihayê, bi munasebeta Cejna Qurbanê gorên kesên ku di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Hevseroka MEBYA-DER’ê Makbule Yavuzer diyar kir ku ew ê xwedî li bîranînên şehîdan derkevin.
Piştî axaftinê goristan hatin ziyaretkirin û dua hatin kirin.
Semsûr
Bi pêşengiya Nûnertiya MEBYA-DER’ê ya Semsûrê serdana goristanê hat kirin. Rêveberên Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Semsûrê û gelek welatî tevli serdanê bûn. Di serdana ku ji bo Goristana Karapinarê ya li navendê hat kirin de, li ser gorên kesên ku di demên cuda de di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane duayan hatin kirin.
Her wiha gorên kesên ku di erdheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin ziyaretkirin.
Edene
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Pişgiriya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Deryaya Spî Windakirine re (AKKAY-DER) bi munasebeta Cejna Qurbanê, li navçeyên Seyhan, Çukurova, Ceyhan û Yuregîrê goristanên Kuçukoba, Asrî, Kabasakal, Buruk, Akkapi, Ceyhan Asrî û Mutlu hatin ziyaretkirin. Di serdanan de gul danîn ser goran û dua hatin kirin.
'Em xwedî li têkoşîna wan dertên’
Goristana Akkapi ya li navçeya Seyhanê hat ziyaretkirin û dua hatin kirin. Di serdanê de girseyê rêz girt û gelek caran dirûşma "Şehîd namirin" berz kir. Di axaftinên ku hatin kirin de hat diyarkirin ku ew ê xwedî li têkoşîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane derkevin û ji bo aştiyek bi rûmet bê vî welatî dê têbikoşin.
Mersîn
Bi pêşengiya Şaxa MEBYA-DER’ê ya Mersînê jî serdana goristanê hat kirin. Di serdana ku ji bo Goristana Guneykentê hat kirin de duayan hatin kirin. Piştre gulên sor danîn ser goran.
Mêrdîn
Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê, bi boneya Cejna Qurbanê li bajar û navçeyên Mêrdînê gorên kesên ku di demên cuda de di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. Tevî malbatan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî serdanan bûn. Piştî rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin axivî û got: "Sibê bi milyonan mirov dê cejnê pîroz bikin. Lêbelê gelê Kurd li şûna cejnê, rojeke tije êş derbas dike. Hinek malbatên me îro li goristanan in, hinek li ber deriyên girtîgehan in û hinek malbat jî hene ku bi hesreta kevirê gorekê yê zarokên xwe çaverê ne. Li gel vê, di têkoşîna Kurd de hinek hevalên me jî hene ku nav û malbatên wan jî ne diyar in. Em bi van êşan cejnê pîroz dikin. Lê divê em vê jî destnîşan bikin, ji bo aştiyeke birûmet pêk were, divê di heman demê de kesên ku di têkoşîna Kurd de jiyana xwe ji dest dane bên naskirin û li tu goristanê tu kes bê nav û nîşan nemîne."
Hevserokê MEBYA-DER’a Mêrdînê Salih Kuday jî di serdanan de axivî, bal kişand ser kesên ku di têkoşîna Kurd de jiyana xwe ji dest dane û ev tişt got: "Têkoşîna me têkoşîneke giranbuha ye ku di vê têkoşînê de hunermend, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û şervan jî di nav de, gelek kesan canê xwe feda kiriye. Em jî di vê rêyê de soz didin wan ku têkoşîna wan tu carî bi dawî nabe û heta aştiyeke bi rûmet pêk neyê, em ê berdewam bikin."
Serdan piştî duayan bi dawî bûn.
Stenbol
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê, rêveberên DEM Partî, DBP, HDK'ê Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê , nûnerên saziyên sivîl û gelek kes li Stenbolê çûn serdana gorên cangoriyên azadiyê yên ku li Goristana Çakmakli, Çatalca, Pendîk, Habîpler, Kayabaşi û Gulsuyu yên Stenbolê hatine veşartin.
Di serdanê de Nivîskar Mûsa Şanak di serdanê de axivî û diyar kir ku ew ê bi têkoşîna cangoriyan û xwedîderketinê bigihijin armancê got: “Şehîdên me nemir in û bi me re ne. Em her çiqas wan di xeyalên xwe de bidin jiyandin ew ê jî herdem bijîn. Ew ji bo azadiya gelên xwe canê xwe dan, em ê jî herdem li pey şopa wan bin.”
Piştî axaftinan girseya serdanê kiriye kulîlk danîn li ser goran.
Serdan bi diayan bi dawî bû.
Manîsa
Li Manîsayê bi sedema Cejna Qurbanê şehîdên şoreşê hatin bîranîn. Rêxistina Navçeyê ya Dem Partî ya Navend û Rêxistina Navçeyê ya Turgutluyê çûn serdana goristanên li Manîsa û Turgutluyê. Hevserokên Dem Partî ya Manîsayê, Hevserokên Dem Partî ya Navçeya Turgutluyê û gelek welatî kûlîlkan danîn ser gorên kesên di têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirin e. Di serdanên hatin kirin de, şehîdên şoreşê hatin bîr anîn, dia hatin xwendin û soza mezinkirina têkoşîna azadî, wekhêvî û demokrasiyê hate dayîn. Nûnerên partiyê dan zanîn ku ew şehîdên xwe bîr nekirin e û dê xwedî li mîrateya wan derkevin.
Wan
Bi munasebeta Cejna Qurbanê bi pêşengtiya MEBYA-DER'ê gorên cangoriyan yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. Hevserok û endamên MEBYA-DER'ê, endam û rêveberên saziyên civakî, Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar, Hevşaredara Bajarê Mezin yê Wanê Neslîhan Şedal, Hevserokê DBP'ê Cemal Demîr, Hevseroka DEM Partiyê Gulşen Kurt û Veysî Dîlekçî û gelek malbatên cangoriyan tev li serdanê bûn. Di serdanê de ji bo cangoriyan deqeyek rêzgirtin pêk hat û ji bo ruhê cangoriyan dua hatin xwendin.
Hevserokê MEBYA-DER'ê Yusuf Dîndar di serdanê de axivî û cangorî bibîranî û got: “Em saya têkoşîna wan hatin van rojan, em ê her tim şopdarê wan bin.”
Amed
Di pêşengtiya MEBYA-DER'a Amedê de bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên cangoriyên di têkoşîna azadiya ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Parlementerên DEM Partiyê yên Amedê Ceylan Akça Cupolo, Halîde Turkoglû û Adalet Kaya, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên demokratîk û gelek malbatên cangoriyên azadiyê serdana Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê kirin. Girseyê di serdanê de dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.
Serdanê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
'Divê gorên bêkesan bên diyarkirin’
Hevserokê MEBYA-DER'a Amedê Ramazan Dengîz di serdanê axivî û destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku Cejna Qurbanê bibe wesileya aştiyê û got: “Em weke sazî ji bo pirsgirêka Kurd careser bibe û pêvajo bi encam bibe bang dikin. Em hemû xizmetkarên projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Li Goristana Yenîkoyê ya Amedê 36 gorên bêkesan hene. Divê ev gorên ‘bêkesan’ bên diyarkirin da ku malbatên me biçin ser gorên zarokên xwe.”
Serdan bi duayan bi dawî bû.
Êlih
Bi pêşengtiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Êlihê serdana gorên kesên ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî tevlî serdanê li Goristanên Asrî, Tîlmenc, Malên Gir û Taxa Îpragazê bûn.
Serdan bi rêzgirtin dest pê kir. Hevserokê MEBYA-DER'a Êlihê Şafî Aratemûr li ser navê saziyê axivî û wiha got: “Em bejna xwe li ber van lehengan ditewînin û diyar dikin ku ew ê her tim di bîra me de bin. Ew ne rojeke weke îro her roj di bîra me de ne. Ew ji dil û canê me dernayên. Şehîd namirin.”
Dayîka Aştiyê Mehdiye Kaplan ev tişt gotin: “Tevgera Azadiyê meha Gulanê weke meha şehîdan daye binav kiriye. Ev meh meheke pîroz e. Em vê mehê û Cejna Qurbanê li şehîdan, Serok Apo, hevalên zindanan û li hemû gerîlayên serê çiya pîroz dikin. Xwedê vê cejnê bike wesîleya aştî, azadî û wekheviya vî welatî.”
Piştî axaftinan girseyê qurnefîl danîn ser gora cangoriyan.M








