Xizanî û ji perwerdeyê bêparmayîn: Zarok dibin mexdûrê pergalê

  • 09:05 15 Gulan 2026
  • Rojane
ENQERE - Parêzer Hediye Gokçe Baykal, da zanîn ku divê mekanîzmaya ku zarokan dike navenda xwe bê avakirin û got: “Hewce bi avakirina komîsyonekê nîne. Di saziyên heyî de sererastkirin dikarin bên kirin. Divê demidlest sererastkirinên ku pêşî li sûc digirin bên kirin.”
 
Polîtîkayên desthilatdariyê ku hemû civakê dihewînin xizanî û tundiyê jî mezin dikin. Sedemên esas ên zarokan ber bi sûc ve dibin, pergala perwerdehiyê ya nehatiye runiştinê ye û çareseriya desthilatdaeriyê ya karkeriya zarokan û tundiyê jî  qedexeya çapemeniya dîjîtal e.
 
Ji Komeleya Ewil Jin û Zarok parêzer Hediye Gokçe Baykal, der barê mijarê de axivî û da zanîn ku ev bûyer ne munferîtin û got zarok mexdurên pergalê ne.
 
Hediye Gokçe Baykal daxuyakirin ku ev bûyer ne munferetin û got: “Di civakê de tundiyeke piralî heye. Hîna duh hevalek me ya parêzer hat qetilkirin. Tundiya nava malê, tundiya dîjîtal û yên din divê giştî bên nirxandin. Bi tena serê xwe nirxandina bûyerê kêm dimîne. Bi awayekî munferît nirxandin mirovan nabe encama rast.”
 
‘Divê çavkaniya pirsgirêkê bê tespîtkirin’
 
Hediye Gokçe Baykal di berdewamiya axaftina xwe de got komîsyonên di bin banê meclîsê de hatine avakirin, piranî piştî bûyerên hatine jiyîn hatine avakirin û wiha domand: “Bûyerek munferît tê jiyîn piştî wê komîsyon tê avakirin. Divê ev komîsyon zarokan bigirin navenda xwe. Çareseriya bûyerên munferît bêguman girÎng e. Lê ji wê şûnde divê polîtîkayên ku pêşî lê tê girtin bên avakirin. Em nikarin bêjin ku ev komîsyon têrê dikin. Divê çavkaniya pirsgirêkan bê tespîtkirin, çareserî bê afirandin.”
 
‘Ji gumanbarê sûc zêdetir mexdurên pergalê ne’
 
Hediye Gokçe Baykal di berdewamiya axaftina xwe de got dema zarok raste rast ji jiyana perwerdê bê vekişandin û bikeve jiyana kar ev tê wateya  ketî û xizaniyê û wiha anî ziman: “Zarokên divê biçin dibistanê dikevin pergala kar. Dibin qurbana pergala aboriyê. Ji ber vê jî xizaniyek giran heye. Zarok di esasê de ji gumanarên sûc pirtir mexdurên pergalê ne.  Serî li riyên din didin. Sûcê diziyê zêde bûne. Zarok ber bi sûc ve tên birin. Bi taybet jî zarokên ji perwerdehiyê dur dikevin, ber bi sûc ve tên birin û tevli sûc tên kirin.”
 
Hediye Gokçe Baykal, di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Hewce bi avakirina komîsyonekê nîne. Di saziyên heyî de sererastkirin dikarin bên kirin. Divê demidlest sererastkirinên ku pêşî li sûc digirin bên kirin.”