Cejna Zimanê Kurdî li Rihayê bi meşekê hat pîrozkirin

  • 19:24 15 Gulan 2026
  • Rojane
RIHA –Meclîsa Ciwanan a DEM Partî ya Rihayê, bi meşeke girseyî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.
 
Meclîsa Ciwanan a Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji Kizilayê heta Novada Park AVM’ê meş pêk anî.
 
Ciwanan seranserê meşê dirûşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘bijî serok apo’, ‘Bê ziman jiyan nabe’, ‘Ziman hebûna me ye’ berz kirin.
 
Ciwanên hatin ber Novada Park AVM’ê, li ber stranên hatin gotin govend gerandin.