Biryarên Kongreya TAJÊ hatin eşkerekirin
- 17:10 18 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ di encama nîqaşên berfireh ên beşdarên kongreye de 16 biryarên nû ji bo mezinkirina kar û xebatên xwe girt. Biryar ji têkoşîna fikrî bigire, heya mezinkirina xeleka rêxistinkirina jinan, ji meclîsên gundan berbi komînên jinan ve guhertin, ji bo naskrina jenosîdê, hesap xwestinan ji berpirsên fermanê û rizgarkirina jinên Êzidî jî biryarên girîng hatin girtin.
Kongreya TAJÊ di encama nîqaşên hatin meşan de ji bo xerbatên du salan biryarên girîng hatin girtin. Di kongreyê ji têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigire heya, belavkirina fikrê wê di nava jinên Êzidî de, ji fermîkirina YJŞ-Asayîşa Jin a Êzidxanê bigire, heya têkoşîna bi pavşerûtiya li ser jinê tê ferzkirin di gelek mijaran de biryar hatin girtin.
Biryarên hatine girtin wiha ne:
"* Azadiya fizîkî ya Rêber Apo; bingeha hemû xebatên TAJÊ ye. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê navber tekoşîn were meşandin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were; di hemû qadên jiyanê de çalakiyên domdar werin pêşxistin.
* Ji bo fikr û felsefeya Rêber Apo rast were fêmkirin û pêkanîn kar û xebat werin meşandin. Hemû êrîşên li ser Rêber Apo weke êrîşên li beramberî xwe were bidest girtin û helwest werin pêşxistin.
* Di çarçoveya pergala civaka demokratîk de, ji bo birêxistinkirina jinan û civakê avakirina komînan were esas girtin.
* Li beramberî zayendperestiya civakî; bi meyzekirina Jineolojîk tekoşîna guhertina hişmendiya desthilatdariya mêr were meşandin.
* Ji bo perwerdekirina jin û ciwanan; di binya komîn û akademiyan de xebatên zanekirin û perwerdehiyê werin meşandin.
* Li hemberî pirjinî, zewaca emr biçûk, zewacên li derveyî îrada jinê tekoşîn were meşandin.
* Li hemberî hemû cûreyên şîdeta, tade, ferzkirin û heqareta li ser jinan tekoşîn were meşandin, di derheqê kesên ku wan kiryaran pêk tînin de biryar werin girtin.
* Ji bo Fermana 74’an di asta Iraq’ê û navnetewî de weke jenosîd were naskirin tekoşîn û xebat werin meşandin.
* Li beramberî kesên ku di qirkirina civaka Ezîdî de, di esîr kirin û firotina jinan de cih girtine an jî hevkarî kirine, tekoşîn bê bilind kirin. Ji bo hem di asta heremî hem jî navnetewî de werin dadgeh kirin doz bêne vekirin.
* Ji bo rizgarkirina jinên ku di Fermana 74’an de ketine destê DAÎŞ’ê û hîna jî aqûbeta wan nediyare xebat werin meşandin.
* Ji bo firehkirin û xûrtkirina tekoşîna jinên Ezîdî, bi rêxistinên jinan ya çar perçeyê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanî re xebatên îtîfaqê werin pêşxistin, xebatên hevpar werin meşandin.
* Ji bo jinên ciwan di nava pergala komûnal û demokratîk de cihê xwe bigirin, ji tekoşîna azadiya jinan re pêşengtiyê bikin xebatên zanekirin û birêxistin kirinê were meşandin.
* Xebatên komûna aboriyê werin xûrtkirin. Ji bi jin bikaribin debara xwe bikin, mihtacî ti kesê nebin xebat û projeyên aboriya komûnal ya jinan werin pêşxistin. Ji bo avakirina jiyana komûnal bi reya kooperatîfan xebat werin meşandin.
* Ji bo parastina jinan û parastina civakê xebatên parastina cewherî werin pêşxistin. Pergala parastinê were avakirin.
* Di ber mezinkirina YJŞ û Asayîşa Jin de xwe zêdetir berpirsiyar dîtin û di vê çarçoveyê de xebat û tekoşîn werin meşandin.
* Ji bo statûya rêveberî û meclîsa gel ya Şengal’ê were qebûl kirin, ji bo jin û civak bi awayekê azad û demokratîk bikaribin xwe bi rêvebibin, bi dewleta Iraq’ê re îndimacekî demokratîk pêş bikevê xebat werin meşandin."







